Rûspiyên eşîrên Ereban banga xurtkirina çanda xweparastinê kir

Rûspiyên eşîrên El-Nasir û El-Wehib ên li Tebqayê îşaret bi girîngyia xurttkirina çanda xweparastinê kir û got: "Li dijî hemû gefxwarinên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweparastin mertala xurt e."

Rûspiyên eşîrên Ereban banga xurtkirina çanda xweparastinê kir
7 adar, 2022   04:32
TEBQA-EBDUREHMAN EL-SALIH

Têkildarî girîngiya xweparastinê di civakê de û geşedanên siyasî yên navneteweyî û herêmî yên li herêmê, rûspiyê eşîra El-Nasir ya Tebqayê Hesen El-Xemrî ji ANHA`yê re axivî.

Hesen El-Xemrî got: "Di demekê de ku şer di navbera hêzên hegemon de heye, da ku serweriya xwe berfirehtir bikin û gelek dewletên din kontrol bikin, divê em li herêmên neteweya demokratîk çanda xweparastinê xurt bikin."

Hesen El-Xemrî ev li axaftina xwe zêde kir: "Ger ne ji êrişên dewleta Tirk a dagirker bûya, herêmên me kêm zêde aram in, ev jî bi saya pêkanîna projeya neteweya demokratîk e."

ꞌDIVÊ GELÊ HERÊMÊ XWEPARASTINÊ XURT BIKEꞌ

El-Xemrî destnîşan kir ku divê gelê herêmê çanda xweparastinê xurt bike, ji ber ku stûna serkeftina projeya neteweya demokratîk e.

Hesen El-Xemrî da zanîn ku çanda xweparastinê di nav gel de pir girîng e û ev lê zêde kir: "Di vê qonaxa ku cîhan di rewşeke ne aram de ye, xurtkirina çanda xweparastinê û parastina cewherî girîng e. Di heman demê de li dijî gefên li ser xaka me piştgiriya hêzên leşkerî dike, ji lewma  kar û xebata belavkirina vê çandê erka me tevan."

Di dawiyê de Hesen El-Xemrî got: "Em şêx û rûpsiyên eşîrên Ereban bang li gelê xwe dikin, bi taybet ciwan ku li dijî planên li ser xak û gelê me di seferberiyê de bin, hevgirtina xwe ava bikin û destekê bidin hêzên leşkerî. Her wiha divê em çanda xweparastinê xurt bikin, da ku parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin biparêzin."

Rûspiyê eşîra El-Wehib a li Tebqayê Cemal El-Nihêtir axivî û got: "Têgeha xweparastinê, di bingeha xwe de ji cewhera mirovahiyê derketiye, ji lewma divê em vê têgehê aktîf bikin û pêk bînin. Ji ber ku girîngtirîn bend û rêgezên neteweya demokratîk e ya ku parastina rûmet û azadiya gel dike."

Cemal El-Hinêtir destnîşan kir ku xweparastin di îstiqrara herêmê de, roleke girîng dilîze û hewldanên derve yên derxistina fitneyên di navbera gel de, vala derdixe.

Di dawiyê de El-Hinêtir îşaret bi girîngiya girêdana bi xweparastinê kir û got: "Ji ber ku yekane rêya avakirina civaka demokratîk e."

(eh)

ANHA