​​​​​​​'Bi rêxistin û hevgirtinê em ê azadiya civakê misoger bikin'

Çalakger, siyasetmedar û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: " Bi rêxistin, perwerde û hevgirtinê em ê dawî li dagirkerî, qirkirin û faşîzm û kapîtalîstê bînin û azadiya civakê misoger bikin." Her wiha banga hevgirtinê li tevahî jinên cîhanê kir.

​​​​​​​'Bi rêxistin û hevgirtinê em ê azadiya civakê misoger bikin'
7 adar, 2022   00:36
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Bi rihê berxwedana Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku bi şoreşa jinê tê naskirin, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwaziya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin.

Bi boneya 8`ê Adarê çalakger, siyasetmedar û rêveberên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser armancên sereke yên têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ANHA`yê re axivîn.

Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinên şoreşger, berxwedêr, her wiha jinên di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de û li rêber Ocalan pîroz kir û got: "Rêber Ocalan bi fikir û felsfeya xwe rêya berxwedan û azadiyê ji jinan re ronî kir."

Rîhan Loqo destnîşan kir ku jina Kurd di têkoşînê xwe de fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bingeh girtiye û ji jinên cîhanê re bû mînak û got: "Bi rêxistin, perwerde û hevgirtinê em ê dawî li dagirkerî, qirkirin û faşîzm û kapîtalîstê bînin û azadiya civakê mîsoger bikin."

'BI YEK HELWESTÊ LI DIJÎ ZILMÊ WERE SEKINANDIN'

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed bang li jinên cîhanê kir û got: "Em di wê baweriyê de ku dê jinên li Rojhilata Navîn, nexasim ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi rêxistinbûyîna xwe li dijî hemû êrişên li dijî gelê cîhanê bisekinin."

Rûken Ehmed îşaret bi geşedanên 2021`ê li piraniya dewletên cîhanê qewimîn û anî ziman ku tevî hemû bûyer û şerên li cîhanê, lê dîsa jî jin bi yek helwestê li dijî zilmê sekinîn."

Hevseroka TEV-DEM'ê diyar kir ku ji bo jinan divê hemû roj 8`ê Adarê bin û ev lê zêde kir: "Divê jin li dijî êrişên hovane yekitiya xwe xurt bikin û dawî li siyaseta guhartina demografîk ku dewleta Tirk li herêmê pêk tîne, bînin, da ku aştî li Rojhilata Navîn were mîsogerkirin."

Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed di dawiyê de wiha axivî: "YPJ û gerîla li dijî êrişên dewleta Tirk û terorê şer kirin, her wiha jinan jî di qada siyasî roleke diyarker lîst. Li aliyekî din jî ger em bixwazin dawî li siyasetên komkujiyên li dijî civakê û jinan bînin û parastina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, divê em yekitî û hevgirtina xwe xurt bikin."

'JI BO DAWÎ LI DAGIRKERIYÊ WERE DIVÊ TÊKOŞÎN WERE XURTKIRIN'

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zehra Semo îşaret bi rola jina siyasetmedar di têkbirina sîstema desthilatdar û kapîtalîst de kir anî ziman ku jin tê koşiyan û hîn jî di qadên civakî, siyasî û leşkerî  de tê dikoşin da ku azadiya xwe bi dest bixin û civakeke demokrat-azad ava bikin.

Zehra Semo da zanîn ku îsal dê jinên cîhanê asta têkoşîna xwe ya siyasî xurttir bikin, da ku ji doza jinên li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin wekî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz û Carablus bibin bersiv. Zehra Semo diyar kir ku dewleta Tirk di serî de jinan dike hedef da ku mafên xwe yên siyasî bi dest nexe ji ber ku têkoşîna siyasî ya jinan tê wateya bidawîkirina fikirê kapîtalîst ê dewletên herêmî.

DI ÇARÇOVEYA RÊVEBERIYA XWESER Û DESTÛRÊ SÛRIYÊ YÊ NÛ DE GARANTIYA MAFÊN JINAN

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriye peyama Rêveberiya Xweser a Roja Jinan a Cîhanê destnîşan kir û got: "Em vê rojê li hemû jinên cîhanê û jinên têkoşer, her wiha jinên ji bo azadî û demokrasiyê berdêlên mezin dane, pîroz dikin. Di heman demê de tevahiya şehîdên ku di oxira mîsogerkirina îstiqrar û ewlehiya herêmê de canên xwe fedar kirin, bi bîr tînin."

Nezîre Gewriyê berxwedana şervanên li eniyên şer parastina mafên pêkhateyên herêmê û destkeftiyên wan dikin, silav kir û ev lê zêde kir: "Berxwedana jinan di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de layiqe ku bi şoreşa jinê were binavkirin. Îsal kar û xebata li saziyên Rêveberiya Xweser ji jinan tê xwestin pir e û armanc dike destkeftiyên şoreşê biparêze, têkoşînê bidomîne da ku hemû herêmên dagirkirî rizgar bibin, Rêveberiya Xweser di qada navneteweyî were naskirin, mafên xwe di rêveberiyê û destûra nû ya Sûriyê de bi dest bixe."

LI HEMBER TUNDÎ Û TERORÊ BANGA HEVGIRTINÊ

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Herêma Cizîrê Hilat Mihemed bang li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Ji bo pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê divê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya hêzên leşkerî bikin."

Hilat Mihemed di dawiyê de hêvî kir ku jinên cîhanê û bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tundî û terorê li herêmê, bisekine da ku civak û azadiya xwe biparêzin.

(eh)

ANHA