Şoreşa Rojava hişt ku jin roja xwe pîroz bikin

Li Sûriyê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, di wateya xwe ya rasteqîn de ne wekî roja banga azadiya jinan bû, lê wekî roja gihîştina partiya Baasê li ser desthilatê dihat pîrozkirin û tevahî pîrozbahiyên din wê rojê qedexe dikirin. Dema ku rêber Abdullah Ocalan di sala 1979'an de derbasî Sûriyê bû, ev şêwaz hate guhertin ku jinan pêvajoyeke girîng di xeta têkoşînê de da destpêkirin.

Şoreşa Rojava hişt ku jin roja xwe pîroz bikin
4 adar, 2022   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN – MEDYA HENAN

Jinan roleke mezin di pêkanîna diyardeya civakî de pêk anî û mirov veguherandin zindiyekî civakî. Jin dînamîka sereke ya pêşxistina jiyanê ne ku ji bingehê zayîna xwe ya jinê, dayıkbûn û hevaltiya xwezayê dest pê kir û di pergala têkiliyên jiyanê de her tim mamosteya sereke maye.

Sîstema baviksalar ji vê yekê razî nebû, ji ber vê yekê jin ji mekaneta wî ya sereke dûr xist. Di nava 5 hezar sal de jin bi berjewendiyên civaka çînî hate binpkirin. Bi vê awayî jin bi fîzîkî, ruhî û fikirî ji hemû zemînên pêşketinên madî, manewî û fikirî hate qutkirin. Rêber Abdullah Ocalan ev mijar bi zelakî, bi kurahiya analîzên xwe yên dîrokî û civakî lêkolîn kir û çareserî jê re dît. Di encamê de civak di felsefya wî ya azad de bingeh e. Rêbertî di nirxanên xwe yên bi navê  "Jin û malbat" de dibêje: "Têkildarî têkiliyên jinan bi mêran re ez dudilî nebûm, lê ez li dijî binpêkirinên di van têkiliyan de me."

Di sala 1997'an Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşxistina asta hişmendiya ku jin gihaştiye, bi qutkirina jinê ji pergala “mêrê otorîter û jina kole” “teoriya qutkirinê” derxist pêş. Li gorî "Teoriya qutkirinê", divê jin bi zihnî, ruhî û çand ji sîstema desthilatdar a mêr qut bibe. Ev teorî mîna sînyaleke ji jinê re ye da ku sîstema baviksalarî ya otorîter nas bike û li hemberî wê têkoşênê bike. Jinan di vê yekê de cesaret û wêrekî qezenc kir, bi nasname û îradeya xwe beşdarî hemû qadên jiyanê bû ku jê hatibû dûrxistin. Her wiha di ezmûna xwebirêxistinkirinê de pêş ket. Di heman demê de bi rêya vê teoriyê û pêşxistina "Projeya guhertina mêr" di rêya ber bi azadiyê ve destek da mêr.

8'ê ADARÊ Û SERHILDANA JINAN

Dîroka Roja Cîhanê ya Jinan vedigere sala 1857'an. Dema komeke jinên kedkar mîna Clara Zetkin û Rosa Luxemburg ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di kargeheke teksîlê de dixebitin  li dijî nebaşiya rewşa wan a derbarê xwepêşandan li dar xist. Tevî zextên polîsan ên li ser wan, xwepêşandan piştî du salan armancên xwe pêk anîn ku yekemîn sandîqeya jinên kedkar ên kargeha teksîlê hate avakirin. 8'ê Adara 1908'an jî zêdetirî 15 hezar jinên kedkar beşdarî xwepêşandana bi daxwaza zêdekirina mûceyan, başkirina mercên kar û mafên jinan di dengdan û demokrasiyê de li bajarê New Yorkê bûn.

Piştî saleki an ku di sala 1908'an di navbera 20 heta 30 jinên kedkar 13 hefteyan ketin grevê ku di wê demê de mezintirîn grev a jinan bû û armancên xwe pêk anîn. Daxwaza wan jinan başkirina mercên kar û zêdekirina mûceyan û gelek mafên din bûn. Bi vê yekê 8'ê Adarê wekî boneyeke şoreşgerî tê pîrozkirin, nemaze ku greveke mezin a jinên kedkar bû da ku  cîhanê bi bi mafên jinan di kar û wekheviya di mûceyan de bide nasandin.

Di 8'ê Adarê de azarên jinan derketin holê, dilên hemû jinan cîhanê bû yek û bi hev re rihê berxwedana jinên kedkar zindî kir.

Di dîrokê de gelek jinên şoreşger hatin naskirin. Mînak Qiralîçeya Tedmurê "Zenûbya". Di serdema wê de ku di memleya wî edalet, demokrasî, zanebûn û azadiya giştî lê belav bibû û bû navendeke şaristaniyê. Zenûbya ya ku ji gelê xwe hez kir û gel jê hez kir ji gel jiyana xwe feda kir, herî dawî piştî ku dîl hate girtin li Romayê jiyana xwe ji dest da.

Bi vê yekê em dikarin bi kurtasî bêjin ku li Sûriyê jin di gelek guhertin û veguhertinan de re derbas bûn. Bi destpêka dagirkirina osmaniyan li Sûriyê re, civak paş ket, di serdemeke hilweşiyayî û paşketinê re derbas bûn. Tevî mercên zehmet berxwedanên mezin li hemberî vê dagirkeriyê hatin meşandin. Jinên Sûriyê jî ji bo azadiya xwe li hemberî dagirkeriyê rabûn. Di sala 1872'yan de yekemîn xwepêşandana jinan li dijî welaiyê osmanî hate lidarxistin.

Nazil El-Abid (1887-1959): Jineke wêrek ji Şamê ye, di sala 1916'an de serkêşiya Komeleya Feyha kir, paşê Nadî Şamî ava kir û di artêşê de erka fermandar wergirtin. Dema ku şer li Meyselonê dest pê kir bi wezîrê parastinê yê Sûriyê Yûsif El-Ezma re berxwendeke lehengî raber kir, piştre sirgûnî Stenbolê û dûve Urdinê hate kirin. Piştî ku vegeriya welat yek ji şoreşgerên şoreşa Sûriyê ya mezin a sala 1925'an bû. Heger mirov li dîroka Sûriyê vegere wê navê gelek jinên şoreşger ên ku mohra xwe li dîroka têkoşînê xistine derbas bibin.

8'Ê ADARÊ LI SÛRIYÊ

8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, di wateya xwe ya rasteqîn de ne wekî roja banga azadiya jinan bû, lê wekî roja gihiştina partiya Baas li desthilata Sûriyê dihat pîrozkirin ku tevahî cûreyên pîrozbahiya vê rojê qedexe kir.

Ji bo pîrozbahiyên taybet ên Roja Jinan a Cîhanê, pir sînordar bû û dûrî çarçoveya rast a vê boneyê bû. Partiyên çep ev roj bi awayekî veşartî û bêdeng pîroz dikir û pîrozbahiyên wan jî girtî bûn û tenê ji bo xwarin û vexwarinê bûn.

Yekitiya Giştî ya Jinan li Sûriyê di sala 1967`an de hate damezirandin. Ew jî xwe weke rêxistineke gelêrî ji jinên li Sûriyê re pênase dike. Ew xwedî kesayeteke ber cave. Lê ew bi awayekî xurt bi partiya Bais ve hate girêdan û ji bo ferzkirina zihniyeta desthilatdar û ragihandina wê, dixebitî.

Li Rojava dîroka rast a têkoşîna jinan bi derbasbûna rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê û Rojava re di sala 1987`an de dest pê kir. Ji wê demê ve pêngaveke girîng a têkoşîna jinan li herêmê, dest pê kir. Ew jî weke parçeyên din ê Kurdistanê, têkoşîna jin li Rojava ji sala 1980`yê ve dest pê kir û ew jî li gorî pîvana "Bê jin jiyan nabe" û "Jina azad tê wateya civakeke azad". Piştî damezirandina yekemîn rêxistinên jinan li Ewropayê di sala 1987`an de bi navê Yekitiya Jinên Welatparêz li Kurdistanê (YJWK) jinên Rojava jî tev li çalakiyên vê yekitiyê bûn û gelek çalakî li Rojava lidar xistin. Pêşketinên girîng di warê hezkirina welat û hezkirina jinê ji xwe re û ji rêxistinkirinê re, bidest xist.

Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed wiha axivî: "Xebatê jinan li Sûriyê di aliyê siyasî û civakî de, sînordar bû. Ne xwediya biryarê bû. Raste ku Yekitiya Jinan rêxistineke taybet bi jinan bû lê ew ji aliyê zilaman ve dihat birêvebirin. Ji ber vê yekê jî itîrafa bi mafên jinan li Sûriyê, beşdarbûna wê ji xebatê siyasî û mafê fêrbûnê re ku ew tenê di warê ziman de nîvê civakê lê di warê piratîkî de pir kêm bû."

Derbarê naskirina jinan ji roja xwe ya cîhanî re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziya Mihemed got ku pîrozbahiyên 8`ê Adarê li salonên girtî û bi awayekî veşartî dihatin lidarxistin û ev tişt anî ziman: "Ew jî ji ber binpêkirin û siyasetên hikumeta Şamê bû. lê di salên dawî de xwestekên jinan di lêgerîna azadiyê de û naskirina mafên xwe de, zêde bûn. Li ser vê esasê jinan li Rojava serî hildan û dest bi têkoşînê kir da ku vê yekê pêk bînin. Tevî zextên ku dihatin kirin lê pîrozbahî dihatin lidarxistin. Gelek pîrozbahî ji aliyê hikumeta Şamê ve hatin binpêkirin û gelek jin hatin girtin ji wan çalakvana bi navê Nazliye Keçek ku heta niha çarenûsa wê ne diyare.

Jinên Rojava Roja Jinan a Cîhanê weke çavkanî û destpêka têkoşînê dîtin. Li gorî vê yekê dest bi pîrozkirina vê boneyê kirin. Jinan yekemîn şahî di sala 1987`an de di malekê li bajarê Qamişlo li dar xist û bi awayekî veşartî bû. Rewş bi vî rengî heta sala 2000`an berdewam kir û şahî tenê di malan de dihatin lidarxistin.

Di sala 1995`an jinan têkoşîna xwe bi awayekî veşarî û hişyar berdewam kir. Di vê têkoşînê de jinên têkoşer li gund, kolan û taxên bajar û navçeyan geriyan. Serdana malan kir da ku pîvan û têgînên ku " Jina azad tê wateya civakeke azad", belav bikin.

Di wê demê de jin rastî destdirêjî û binpêkirinan hatin. Ligel vê yekî jî destdirêjî û girtin ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve li dijî wan hate kirin. Di girtîgehan de hemû cûreyên îşekenckirina laş û piskolojîk li dijî wan hate kirin. Armanca vê yekê jî ku îradeya têkoşeran bipê bike. Heta niha çarenûsa gelek têkoşeran mîna Nazliye Keçel ku di sala 2004`an de di encama Serhildana 12`ê Adarê li bajarê Qamişlo hate girtin, ne diyare. Ji jinên pêşeng Endama Komîteya Navendî ya PYD`ê Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) ku bi 4 rêhevalên xwe re di 29`ê Mijdara 2004`an li bajarê Mûsilê dema ku erkeke diplomatî pêk dianîn, hatin şehîdxistin.

Tevî siysetên çewisandinê ku hikumeta Şamê li ser jinan û Kurd bi giştî bikar tanî lê jinên Rojava dev ji fikreya xwerêxistinkirinê bernedan. Yekemîn konferansê xwe di 15`ê Çileyê 2005`an de lidar xistin. Ew jî mîna yekemîn rêxistina jinan li Rojava bû bi navê Yekitiya Star. Di konferansê de biyar hate girtin ku rûbera têkoşîn û rêxistinkirina jinan berfireh bibe û li tevahî Rojava û bajarê Sûriyê her wiha Lubnanê, belav bibe.

Di encama tevlîbûna zêde ya jinên herêmê de, di sala 2016`an de biryar hate girtin ku navê Yekitiya Star bibe Kongra Star û bi vî rengî bibe sîwanek ji bo hemû tevger û rêxistinên jinan re (20 tevger, rêxistin û komele) û ji hemû pêkhateyan.

ŞOREŞA ROJAVA Û RONAHIYA JINAN DI NAVA WÊ DE

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re di sala 2012`an de jinan roleke pêşeng têde lîst. Zemîna baş ji bo vejandina îdyolojiya jina azad di nava civakê de û desthilatdariya ji hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhanê re, ava kir. Tişta ku Şoreşa Rojava ji şorên berê wê balkêş kir, rêxitinkirina jinan di hemû aliyan de û berdewamiyê di pêşxistina vê rêxistinkirinê de her wiha parastina îmzeya jinê di nava şoreşê de. Ji ber vê yekê jî bû şoreşa jinê.

Jinê hebûna xwe di hemû aliyan de îsbat kir. Xwe di qadên siyasî, diplomatî, leşkerî û sivîl de bi rêxistin kir. Zêdetirî 20 aliyên jinan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin hene ji wan Yekitiya Star ku di 2005`an de hate damezirandin, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 2019`an de hate damezirandin, Meclisa Jinên Sûriyê di 2017`an de hate damezirandin, Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan di 2013`an de hate damezirandin, Mala Jin a perwerde û hişyariyê di sala 2013`an de hate damezirandin, Desteya Jin a Bakur û Rojhilaê Sûriyê di sala 2014`an de hate damezirandin, YPJ`ê di Adara 2013`an de hate damezirandin, Asayîşa Jin, Jineolojî û yekemîn akademiya wê li kantona Efrînê di Tîrmeha 2017`an de hate vekirin, Yekitiya Jinên Ciwan, Yekitiya Çapemeniya Jin her wiha komînên jinan û di her sazî, deste û rêveberiyekê de komîteyên taybet ên karûbarên jinan hene.

Ev jî ji bilî rola wê di aliyê siyasî, diplomatîk, beşdarbûna wê di komxebat û semînerên cîhanî de yên girêdayî aloziya Sûriyê û nîqaşkirina dozên Rojhilata Navîn.

RÊVEBERIYA XWESER HEVSENGIYEK DI CIVAKÊ DE ÇÊKIR

Piştî sala 2016`an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstema hevserokatî bi awayekî fermî damezirand û li gorî wê xebat hate kirin. Destpêkê ji komîn û heta hevserokatiya giştî ya hemû saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser çi leşkerî û çi sivîl be.

Sîstema rêveberî di Rêveberiya Xweser de bi awayekî fermî sîstema hevserokatî esas digre. Ew jî sîstemeke nûnertiyeke wekhev ji jin û mêr re di cihên bilind di her saziyekê de, dike.

Hevseroka Meclisa kantona Qamişlo Perwîn Yûsif ji jinên ku ji destpêka damezirandina Rêveberiya Xwesern û avakirina hevpeymana civakî de rola xwe pêk anî wiha axivî: "Damezirandina Rêveberiya Xweser derfet da jinan ku rola xwe di nava rêveberiyê de bi cih bîne û bibe xwedî biryar û rêveberiya civakê. Her wiha ji hemû jinên cîhanê re bibe pêşeng nexasim di hevpeymana civakî de ku di sala 2014`an de hate damezirandin û ev derfet bidest xist."

Perwîn wiha domand: "Piştî têkoşîna jinê, sîstema Rêveberiya Xweser ji serok hate guherandin û bû hevserokatî. Jinên Kurd, Ereb û Suryan dikaribûn xwe bi rêxistin bikin û rola xwe di nava sîstema hevserokatiyê ya Rêveberiya Xweser de bi cih bînin."

Sîstema hevserokatî pêngaveke girîng bû da ku hevsengiyek di nava civakê de çêbibe nexasim di nava Şoreşa Rojava de ku bi şoreşa jinê tê nas kirin. Jinan rola xwe di nava wê de bi cih anî û ji destpêka şoreşê de di sala 2012`an de rastî gelek zehemtiyan hat. Lê dema jin tev li saziyên Rêveberiya Xweser bû bi taybet piştî serkeftinên ku YPJ`ê bidest xist rê bi awayekî berfireh li pêşiya jinê vekir ku têkoşîan xwe di hemû aliyên jiyanê de berfireh bike û qalibê ku ji aliyê civakê ve li ser hatiye ferzkirin, bişkîne.

Perwîn Yûsif destnîşan kir ku jinan di nava sîstema hevserokatiyê de dozên civakê çareser kir bi taybet dozên girêdayî jinan û wiha pêde çû: "Bi boneya nêzîkbûna Roja Jinan a Cîhanê em vê rojê li hemû jinên ku mohra xwe di oxira bidestixstina azadî û rûmetê de her wiha hemû serkeftinên ku bidest xistine hiştine, pîroz dikin. Hemû roj Roja Jinan a Cîhanê ne."

Perwîn Yûsif bang li hemû jinan kir ku têkoşîna xwe bilind bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji be rem ji hemû jinên ku li azadiyê digerin bûne pêşeng."

(bx)

ANHA