Jinên ciwan bi boneya 8'ê Adar pêşbireke li dar xist

Yekitiya Jinên Ciwan bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û bi dirûşmeya "Ji bo tolhildana pêşengên me Fîdan, Nûjiyan û Rojîn em ê  8`ê Adarê bikin roja azadiya jinan" pêşbirka helbest û firkin li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê birêxistin kir.

Jinên ciwan bi boneya 8'ê Adar pêşbireke li dar xist
Jinên ciwan bi boneya 8'ê Adar pêşbireke li dar xist
Jinên ciwan bi boneya 8'ê Adar pêşbireke li dar xist
Jinên ciwan bi boneya 8'ê Adar pêşbireke li dar xist
Jinên ciwan bi boneya 8'ê Adar pêşbireke li dar xist
Jinên ciwan bi boneya 8'ê Adar pêşbireke li dar xist
Jinên ciwan bi boneya 8'ê Adar pêşbireke li dar xist
3 adar, 2022   16:57
HELEB

Pêşbirk li hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin. Bi dehan xwendekar û endamên Yekitiya  Jinên Ciwan beşdarî pêşbirkê bûn.

Li hola pêşbirkê wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û ala Yekitiya Jinên Ciwan hatin daleqandin.

Di destpêkê de yek ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Maya Weqas axivî, Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kir.

Maya Weqas wiha domand: "Jin di hemû aliyên jiyanî, civakî, leşkerî û siyasî de pêşeng e. Jin dikare parastina dîrok û çanda xwe bike. Ji ber jin îrade û berxwedan e."

Maya Weqas di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Em ê li hember zihniyeta desthilatdar û kesên ku dixwazin îradeya jina azad bişkînin, têbikoşin."

Paşê mamosteyek ji Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn Ronahî Xelîl 8`ê Adarê li rêber Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê pîroz kir û ev tişt anî ziman: "Em ê bi îrade û fikrên rêber Abdullah Ocalan bighêjin azadî û armancên xwe."

Paşê pêşbirkê dest pê kir. 8 xwendekar ji asta amedahî tev li pêşbirkê bûn. Pirs li ser dîroka jin û Kurdistanê bûn. Her wiha 13 xwendekar ji asta navîn û amadehî beşdarî pêşbirka helbestan bûn.

Her wiha hunermend û endama Tevger Hîlala Zêrîn Hemrîn Bîrhat stran pêşkêş kir.

Di dawiyê de beşdarên pêşbirkê ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan û mamosteyê Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn û endama rêveber a Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid ve hatin xelatkirin.

(bx)

ANHA