Li Qamişlo û Kobanê jinan tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kir

Li Qamişlo bi sedan jin bi meşekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin. Li Kobanê jî HPC-Jin bi daxuyaniyekê bang li hemû jinan kir ku ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê xurt bikin.

Li Qamişlo û Kobanê jinan tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kir
Li Qamişlo û Kobanê jinan tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kir
Li Qamişlo û Kobanê jinan tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kir
1 adar, 2022   16:45
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ku 23'yê Sibatê bi diruşma "Bi hev re em şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin" dest pê kirin, li bajarê Qamişlo bi sedan jin daketin qadan û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Di meşê de wêneyên rêber Ocalan, alên HPC'ê hatin hildan. Her wiha diruşmeyên silavkirina berxwedana jinan û şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan hatin berzkirin.

Meş ji pêşiya çerxerêya Siyahî dest pê kir û li ber avahiya Komseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî rawestiya.

Piştî deqeya rêzgirtin, ji rêveberên HPC-Jin, Asya Cuma axivî, 8'ê Adarê li rêber Ocalan û tevahî jinên cîhanê pîroz kir.

Asya Cuma got: "Rêber Abdullah Ocalan rê li ber jinan vekir da ku têkoşîna xwe xurt bikin. Bi fikirê rêbertî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne pêşang."

Endama rêveber a HPC-Jin Asya Cuma bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî zext û tecrîda li Îmraliyê şermezar kir.

Di dawiya çalakiyê de xwepêşanderan nameyek radestî Komîseriya Penaberan a NY'yê kirin da ku radestî CPT'ê bike.

Girêdayî heman armmancê HPC-Jin daxuyaniyek li Qada Jina Azad a li Kobanê da.

Daxuyanî ji aliyê endama HPC-Jin Nûrcan Teyfûr ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an de bi rêya komployeke navneteweyî dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk a faşîst hat kirin.”

Zindana Îmraliyê wek pergalake hovane û bêhiqûqî hatiye avakirin. Avakarên vê pergalê hêzên hegemon a navneteweyî ne. Rêber Apo nikare bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike, bi sedan caran serlêdanên parêzeran bi hincetên derew û vala hatine redkirin, her wiha mafê hevdîtina malbatê jî hatiye astengkirin.

Pergala Îmraliyê pergala îşkenceyê ye, divê bê hilweşandin û gelê me û mirovên demokrat û aştîxwaz divê li hember vî sûcê dermirovî helwesta xwe nîşan bidin û bêdeng nemînin.”

Di dawiyê de jî hate gotin: "23 sal e sûcê dermirovî li dijî Rêber Apo tê meşandin. Êdî divê bi dawî bibe. Rêber Apo rêya azadiyê nîşanî mirovahiyê dide. Em endamên Hêzên Parastina Civakî dibêjin em êdî vî sûcê dermirovî qebûl nakin.”

ANHA