Li Tebqayê pêşangeha şêwekariyê

Bi diruşma "mohrên ji bîr nabin" Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê pêşangeheke şêwekariyê û karên destena vekir.

Li Tebqayê pêşangeha şêwekariyê
Li Tebqayê pêşangeha şêwekariyê
Li Tebqayê pêşangeha şêwekariyê
Li Tebqayê pêşangeha şêwekariyê
Li Tebqayê pêşangeha şêwekariyê
Li Tebqayê pêşangeha şêwekariyê
Li Tebqayê pêşangeha şêwekariyê
Li Tebqayê pêşangeha şêwekariyê
1 adar, 2022   15:25
TEBQA

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê bi çavdêriya 10 şêwekaran pêşangehek vekir. Di pêşangeha ku şênî, nûnerên saziyên sivîl û yên civakî amade bûn de, derdora 50 wêne, resmên ku li ser text hatin xêzkirin û hin karên destan ên ku ji morîk û tentene hatine çêkirin, hatin pêşandin.

Têkildarî armancên pêşangehê, wênesaz Sayil El-Sayil got armancên pêşangehên hunerî li herêmê gelek in, ji wan jî wêneyekî ji cîhanê re eşkere bikin ku hunermed û afrîner hene.

El-Sayil da zanîn ku rola Rêveberiya Xweser di parstina lezbûna xebata çandê li herêmê de bi rêya vejandina pêşangehên hûnerî û panelên çandî de girîng e.

Dê deriyên pêşangehê li pêş serdanvanan heta 3 rojan vekirî bin.

(fr)

ANHA