Dayikên Aştiyê û yên şehîdan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Li bajar û navçeyên herêma Cizîrê Dayikên Aştî û dayikên şehîdan bi daxuyanyeke hevpar bang li civaka navneteweyî kirin ku bi lez bikevin tevgerê û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku ku rêber Ocalan serbest berde.

Dayikên Aştiyê û yên şehîdan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Dayikên Aştiyê û yên şehîdan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Dayikên Aştiyê û yên şehîdan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Dayikên Aştiyê û yên şehîdan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Dayikên Aştiyê û yên şehîdan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Dayikên Aştiyê û yên şehîdan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Dayikên Aştiyê û yên şehîdan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Dayikên Aştiyê û yên şehîdan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
1 adar, 2022   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajar û navçeyên herêmên Cizîrê Dayikên Aştiyê û dayikên şehîdan bi daxuyaniyeke hevbeş Komploya Navneteweyî ya li Dijî rêber Ocalan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Rojên dijwar, çarenûs û dîrokî di ser gelê herêmê bi giştî û gelê Kurd bi taybet re derbas dibe.

23 sal di ser komploya navneteweyî re  derbas bûn. Komplo di şexê rêber Ocalan de  li dijî vîna gelên Kurdistanê bû. Rêber Ocalan bi fikirê xwe komplo têk bir û gelên herêmê kir yek ku li hember dijminê dîrokî dewleta Tirk a faşîst bisekinin.

Em Dayikên Aştiyê yên li herêma Cizîrê bi tundî helwestên cîhanê yên bêdengiyê li hember vê komployê şermezar dikin û bang dikin ku bi lez tev bigerin ku biryarên tund bidin, da ku dewleta Tirk neçar bikin û rêbertî bi fîzîkî azad bikin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî bixebitin.

Em cejnên di Adarê de, bi  taybet 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahî dayikên şehîdan ên Kurdistan û cîhanê pîroz dikin û bang li tevahî jinan dikin ku li hember zulmê bisekinin û civakên li ser bingeha rêzgirtinê ava bikin.

Em bang li hemû dayikên sûrî dikin ku hevgirtî bin heta hêviyên sûriyan di avakirina welatekî tê de ferd û civak bi azad û demokrat bijîn, pêk tên.

Em bang li desthilatên Başûrê Kurdistanê û malbata Barzanî dikin ku tevkariya bi îstîxbarata Tirkiyê re li ser hesabê doza gelê me yê Kurdistanê rawestîne. Ji ber her kes dizane ku ev malbat bi rêya girêdana xwe bi dewleta Tirk re êdî bûye piştevanî Erdogan û projeyên wî yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê li hember berxwedan û têkoşîna gerîla pêk tîne. Em bang li dayikên şehîd û Dayikên Aştiyê û tevahî welatiyên li Başûrê Kurdistanê dikin ku kiryarên vê

Careke din û bi boneya cejnên Adarê em bang li gelê xwe dikin ku asta têkoşînê bilind bikin heta rêbertî bi fîzîkî azad dikin û civakekê li ser bingeha exlaqî û civakî ava bikin."

Daxuyanî bi diruşmên "bimire xiyanet", "Hilweşe komploya 15’ê Sibatê" û "Bê serok Apo jiyan nabe bi dawî bû.

(fr)

ANHA