Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê dest pê kr

Bi dirûşma “Jin kulîlka buhara çandê ye” û bi tevlîbûna girseyeke mezin a jinan, Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo dest pê kir.

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê dest pê kr
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê dest pê kr
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê dest pê kr
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê dest pê kr
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê dest pê kr
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê dest pê kr
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê dest pê kr
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê dest pê kr
1 adar, 2022   15:07
QAMIŞLO

Bi boneya nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Komîteya Jinên Wêjevan û Tevgera Hîlala Zêrîn, 7’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi dirûşma “Jin kulîlka buhara çandê ye” li Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo da destpêkirin.

Mîhrîcan wê du rojan dewam bike. Armanca mîhrîcanê derxistina çanda jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, rola jinan di parastina danhevên çandî di hilandinê ye. Her wiha ji bo teşwîqkirina jinan da ku behreyên xwe yên hunerî pêş bixin.

Di mîhrîcanê de wêneyên ku girêdana jinan bi çand û civaka xwezayî ve, rola wê di parastina hevgirtina pêkhateyan û belavkirina aştiyê de nîşan didin, hatin daliqandin. Her wiha gelek karên destan ên jinan, cil û bergên folkolrî yên jinên Kurdî, Ereb û Suryan û alavên kevnar hatin pêşandan.

 Çalakiya roja yekemîn a mîhrîcanê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Arya Mele Ehmed bixêrhatina beşdaran kir, mîhrîcan li tevahî jinan pîroz kir û got: "Em bi hêvî ne ku rojên xweş bi me re derbas bikin û bi afrîneriyên jinan re bijîn."

Arya Mele Ehmed diyar kir ku ev mîhrîcan ji bo desteka jinan û teşwîqkirina wan e ku behreyên xwe pêş bixe, saziyên çand û li piştî wê civakî nirxê jinan û rola wê ya mezin di hemû qadan de fêm kirine.

Endama komîteya amadekar a mîhrîcanê Botan Hoşê got: " Îsal ruxmê rewşa ewlekarî, me cardin karibû bi beşdarbûna girseyeke mezin a jinan ji hemû pêkhateyan mîhrîcana xwe li dar bixin. "

Botan Hoşê diyar kir tevlêbûna mezin a jinan ji hemû pêkhateyan serkeftineke mezin ji bo mîhrîcanê ye.

Piştî axaftinan, Koma Gere Stêrk stran pêşkêş kirin, Koma Ezîz Ereb û Koma Yerthona ya suryaniyan dîlanên folkorî pêşkêş kirin.

Paşê fîlmên "Sarya", "Jiyana min her şer bû" û "Mal" hatin pêşandan.

Li gorî komîteya amadekar a mîhrîcanê, di roja duyemîn de wê şano ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve were pêşandan, helbest werin xwendin, ji aliyê Koma Şehîd Lorîn ve govendên folklorî werin pêşandan. Her wiha wê Koma Şano ya Darsî şanoyekê pêşkêş bike, Koma Ronahî Bawer dîlaneke folklorî pêşkêş bike.

Herî dawî dê xelat werin belavkirin.

ANHA