​​​​​​​Li Şehbayê çalakiyeke hunerî li dar ket

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê ya herêma Efîrnê li Şehbayê bi dirûşma “Mîrasa me nasnameya me ye, mîrasa me hebûna me ye” çalakiyeke hunerî li dar xist.

​​​​​​​Li Şehbayê çalakiyeke hunerî li dar ket
​​​​​​​Li Şehbayê çalakiyeke hunerî li dar ket
​​​​​​​Li Şehbayê çalakiyeke hunerî li dar ket
​​​​​​​Li Şehbayê çalakiyeke hunerî li dar ket
​​​​​​​Li Şehbayê çalakiyeke hunerî li dar ket
​​​​​​​Li Şehbayê çalakiyeke hunerî li dar ket
1 adar, 2022   12:24
ŞEHBA

Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Herêma Efrînê bi dirûşma “Mîrasa me nasnameya me ye, mîrasa me hebûna me ye” çalakiyeke hunerî li Hola Mîtan a li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar xist.

Bi sedan endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyan ên herêma Efrînê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hevseroka TEV-DEM`ê ya herêma Efrînê Gulê Cafer got: “Ruxmî koçberiyê lê şêniyên Efrînê bi çanda xwe ve girêdayî ne û dev ji dîroka xwe bernedan.”

/ar/uploads/files/2022/03/01/114315_ghwlh-jafr-5b1600x12005d.webp

Di çalakiyê de, alavên dîrokî yên çandên Efrîn û Şehbayê hatin pêşandan û gelek cureyên xwarinê yên xwecih hatin pêşkêşkirin.

Tevgerên çand û hunerê yên kantona Efrîn û Şehbayê pêşangeha cil û bergên efrînî û çanda Şehbayê li dar xist. Her wiha koma govendê Kevneşopî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê jî şanoyek têkildarî jiyana efrîniyan pêşkêş kir.

Her wiha Koma Awaz a stranan jî berhemên xwe pêşkêş kirin.

(şx)

ANHA