​​​​​​​Dadgeha Federal a Iraqê serlêdana dubare ya ji bo serokkomariyê red kir

Dadgeha Federal a Iraqê biryara têkildarî serlêdana ji bo namzetiya serokkomariyê da. Li gorî biryarê kes nikare dubare bibe namzet. Bi biryara dawî ya dadgehê re rê li namzetê PDK’ê jî hate girtin.

​​​​​​​Dadgeha Federal a Iraqê serlêdana dubare ya ji bo serokkomariyê red kir
1 adar, 2022   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Federal a Iraqê di civîna xwe de biryara xwe ya dawî ya li ser dubare serlêdana namzetiya ji bo serokkomariya Iraqê da. Li gorî biryarê, namzetiya dubare ya ji bo serokkomariya Iraqê, ne qanûnî ye. Li gorî biryara dadgehê, PDK nikare li şûna Hoşyar Zêbarî keseke din ji bo namzetiya serokkomariya Iraqê diyar bike.

Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku divê biryara namzetiya dubare ya ji bo serokkomariyê, ne ji aliyê serokatiya parlamentoyê ve, ji aliyê parlamentoyê ve bê dayîn.

9’ê Sibata 2022’an parlementoya Iraqê bi biryara serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî carek din derî li pêş kesên bixwazin xwe ji bo namzetiya serokkomariya Iraqê wek namzet nîşan bidin, vekiribû.

Ev biryara serokê parlamentoyê bi xwe re nerazîbûn anîbûn. Parlementerê serbixwe Basim Xeşan li Dadgeha Federal giliyê biryarê kiribû. Li ser giliyê, Dadgeha Federal a Iraqê civiya. Li gorî agahiyan, Dadgeha Federal a Iraqê ji nû ve serlêdana namzetiya ji bo serokkomariyê, red kiriye.