Hemleya ‘121 dar ji bo bîranîna şehîdên destana Gurzê Gelan’ didome

Partiya Kesk a Demokratîk tevî Meclisa Malbatên Şehîdan û PYD`ê duh hemleya çandina daran bi dirûşma “121 dar ji bo bîranîna şehîdên destana Gurzê Gelan” da destpêkirin. Hemle îro gihaşt goristanên şehîdan ên Hesekê.

Hemleya ‘121 dar ji bo bîranîna şehîdên destana Gurzê Gelan’ didome
1 adar, 2022   12:49
HESEKÊ

Ji bo bîranîna şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sibê ve beşdarên hemleyê, daran li Goristana Şehîd Dijwar û Goristana Şehîd Şerjî yên li Hesekê diçînin. Nûnerên saziyên civaka sivîl ên bajêr, partî û malbatên şehîdan tev li çalakiyê bûne.

Berpirsa Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Kesk a Demokratîk Şîrîn Ebas destnîşan kir ku wan bi armanca bîranîna 121 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hemle li dar xistiye.

Her wiha diyar kir ku hemleyê duh li goristana Qamişloyê dest pê kir û îro gihaşt goristanên kantona Hesekê û dê di çend rojên bê de li goristanên kantona Kobanê daran biçînin.

(şx)

ANHA