​​​​​​​Şehîd Waîl El-Ical li Tirbêsiyê hat oxirkirin

Şehîd Waîl El-Ical li gundê Dugrê yê navçeya Tirbespiyê hate oxirkirin. Beşdarên merasîma oxirkirinê diyar kirin ku fedakariyên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva herî xurt a komployên li dijî herêmê ne.

​​​​​​​Şehîd Waîl El-Ical li Tirbêsiyê hat oxirkirin
1 adar, 2022   11:48
QAMIŞLO

Şêniyên navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û Girk Legê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Waîl Ehmed El-Ical li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugrê yê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê veşart.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa Hacer El-Hesen axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna civakeke demokratîk a azad da.

Her wiha Hacer destnîşan kir ku şêniyên herêmê bi hevgirtina xwe çeteyên DAIŞ`ê têk birin û wiha domand: “Fedakariyên şêniyan li pêşiya êrişên terorîst ên bi desteka dewleta Tirk bûn bendeke asê.”

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Zêdan jî axivî û soza mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê da. Zêdan diyar kir ku fedakariyên şêniyan bersiva herî xurt a komployên li dijî herêmê ne.

Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

 Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd spart axê.

(şx)

ANHA