​​​​​​​Di şewata li Şamê de hejmara miriyan zêde bû

Li Şamê agir bi navendeke bazirgeniyê ketibû. Li gorî agahiyên destpêkê 7 kesan jiyana xwe ji dest da lê piştre hat ragihandin ku 11 kesan jiyana xwe dest da ye.

​​​​​​​Di şewata li Şamê de hejmara miriyan zêde bû
1 adar, 2022   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa SANA`yê vê sibê agir bi avahiya navendeke bazirganiyê ya bi navê Mol Lamîrada ya li kolana Hemra ya Şamê ketibû û di encamê de li gorî agahiyên destpêkê 7 kesan jiyana xwe ji dabû.

Lê piştre hat destnîşankirin ku hejmara miriyan bûye 11.

Heta niha ambulansên Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê li cihê bûyerê ne.

(şx)