'Komploya navneteweyî rasterast li dijî projeya neteweya demokratîk bû'

Jinan destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan rasterast li dijî projeya neteweya demokratîk bû û gotin, azadiyaî fîzîkî ya rêbertî daxwaza hemû jinan e.

'Komploya navneteweyî rasterast li dijî projeya neteweya demokratîk bû'
22 sibat, 2022   04:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan 23 sal li pey xwe hişt, hemwextî vê yekê faşîsta Tirk tecrîdeke giran li dijî rêbertî ferz kiriye. Li hemberî vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Têkildarî vê yekê endama Desteya Giştî ya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feyrûz Xelîl axivî û îşaret bi Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan kir û got, ev komplo bi hevkariya dewletên kapîtalîst, di serî de dewleta Tirk a dagirker de pêk hat. Ji ber ku projeya neteweya demokratîk ne li gorî plan û siyasetên wan e.

Feyrûz Xelîl ev li axaftina xwe zêde kir: "Piştî rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê yên ku desteka xwe ji Tirkiyê û hevkarên wê digirin, projeya neteweya demokratîk a li herêmê pêk hatiye komloya navneteweyî têk bir. Tirkiye bawer dikir ku bi dîlgirtina rêber Ocalan ew ê fikirê rêber Ocalan têk bibe û wî dûrî gel bixe, lê belê fikirê rêbertî azad e û li seranserî cîhanê belav bû."

Feyrûz Xelîl destnîşan kir ku fikirê rêber Ocalan û têkoşîna ji bo gelê bindest e, ne li gorî berjewendiyên dewletên komploger e.

Feyrûz Xelîl da zanîn ku jinên bajarê Reqayê piştî fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan nas kir, tama azadiyê kirine û beşek ji mafên xwe bi dest xistin û wiha dewam kir: "Ji ber ku berê jin bindest bûn û hemû mafên wan hatibûn çewisandin, lê niha ji bo bidestxistina mafên xwe tê dikoşin."

Endama Desteya Giştî ya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feyrûz Xelîl bal kişand ser pêkanîna fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan divê em li ber xwe bidin."

ꞌBEDENA RÊBERTÎ LI ÎMRALIYÊ YE, LÊ FIKIRÊ WÎ GIHAŞT HEMÛ CÎHANÊꞌ

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqa Itîmat Ehmed bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kir û got: "Sûcekî dermirovî ye."

Der barê rewşa jinan piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, Itîmad Ehmed anî ziman ku piştî jinan fikirê rêber Ocalan nas kir, li gorî doza xwe û civakê vîna xwe bi kar anîn.

ꞌRIZGARKIRINA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ DAXWAZA HEMÛ GEL Û JINAN Eꞌ

Têkildarî mijarê Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Tebqa Şeza El-Hisên got: "Azadiya fîzîkî ya rêbertî daxwaza tevahiya gelan, nexasim a jinan e. Komploya li dijî rêber Ocalan xizmeta dewletên timakar dike, da ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya ku banga azadiya hemû gelan û jinan dike, têk bibe."

Şeza El-Hisên diyar kir ku tevgera şoreşgera ku Rêber Abdullah Ocalan serkêşiya wê kir, çavkaniya azadî û demokratiyê ye ku gel ji koletiyê rizgar kir, ji lewma xeteriyê li ser timayên hêzên mêtînger û planên wan ên li Rojhilata Navîn çêdike.

Şeza El-Hisên ev li axaftina xwe zêde kir: "Piştî çend salan ji paşguhkirin û bêparkirina ji mafên xwe, me fikir û felsefeya rêber Ocalan nas kir, me armancên xwe pêk anî, ku di tevahî qadan de roleke çalakî û pêşeng dilizîn."

Feyrûz Xelîl, Itîmad Ehmed û Şeza El-Hisên bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li gorî qanûnên navneteweyî tev bigerin, zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku tecrîda li ser rêber Ocalan rake û wî serbest berde.

(eh)

ANHA