‛Pirrengiya gelan û zimanên wan dewlemendiya şaristaniya mirovahiyê ye’

Rewşenbîr û xebatkarên qada perwerde û fêrkirinê diyar kir ku israra fêrbûna bi ziman dayikê qadek ji qadên têkoşînê ye û pirrengiya gelan û zimanên wan dewlemendiya şaristaniya mirovahiyê ye. Her wiha banga parastina çand û zimanê xwe li gelê Kurd kirin.

‛Pirrengiya gelan û zimanên wan dewlemendiya şaristaniya mirovahiyê ye’
22 sibat, 2022   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye ku sala 1999'an ji aliyê UNESCO'yê ve hate ragihandin.

Li Kurdistanê ji aliyê pergalên zordest ên desthiladar ve zimanê dayikê rastî astengiyên mezin tê ku hewla qirkirina Kurdan bi rêya tunekirina çand û zimanê wê tê kirn.

/ar/uploads/files/2022/02/21/185517_egid-nasiro.webp

Têkildarî mijarê hevserokê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Kobanê Egîd Nasro axivî û wiha got: "Zimanê dayikê nasnameya civakê ye. Gelan, di oxira bi ziman û çanda xwe bijî de gelek fedakarî dan. Pirrengî û dewlemendiya di cîhana me ya îroyîn de berhema van fedakariyan e. Em destekê didin vê pirrengiya ku li hemû cîhanê û wê wek zengîniya şaristaniya mirovahiyê dibînin."

Egîd Nasro wiha domand: "Di dirêjahiya hezar salan de gelek ziman hatin qirkirin. Hîna jî hin ziman rastî qirkirinê ne. Heta zimanê kurdî jî ji ber êrişên tund ên li dijî ziman û çanda kurdî rûbirûyî van gefên qirkirinê ye. Lê israra Kurdan li ser axaftina bi zimanê xwe û parastina çanda xwe hişt ku ew werin parastin."

Egîd Nasro ev tişt got: "Divê gelê Kurd li her erdnîgariyekê zimanê kurdî bike zimanê perwerde û jiyana rojane di mal, dibistan, sazî û tevahî qadan de. Li hin parçeyên Kurdistanê yên dagirkirî axaftin û nivîsandina bi zimanê kurdî qedexe ye, ew jî rûbirûyî qadên şer e, bi taybet jî li Bakurê Kurdistanê. Heta strana bi zimanê kurdî jî qedexe ye."

‛ROJAVA QADA PÊŞXISTINA ZIMANÊ KURDÎ YE’

/ar/uploads/files/2022/02/21/185546_heyfa-eli.webp

Li aliyekî din jî hevseroka Fakulteya Wêjeyê ya Zinîngeha Kobanê Hêva Elî wiha got: "Gelê Kurd di pêvajoyên pêşketinê re derbas dibe. Em îro di rewşeke cuda re derbas dibin. Em li Rojava bi zimanê dayikê dixwînin, her wiha tevahî çalakiyan bi zimanê kurdî bêyî astengiyan li dar dixin. Lê ev yek li parçeyên dîtir ên Kurdistanê cuda ye."

Têkildarî rola şoreşa Rojava ya li ser zimanê kurdî Hêva Elî wiha domand: "Vê şoreşê li Rojava roleke mezin di vejandin û parastina zimanê dayikê de lîst. Wê jî metirsiyên zimanê kurdî rakirin. Em dibînin ku gelê me gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin, wek avakirina zanîngehan û tê de zimanê dayikê tê fêrkirin. Ev gavên dîrokî ne ku divê parastina wê were kirin.”

Hêva Elî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha Rojava nûnertiya qada pêşxistina zimanê dayikê dike. Xebata li ser zimanê kurdî û pêşxistina wê ber bi zimanê zanist û lêkolînê ve, armanca me ya sereke ya çalakiyên me ye. Em hewl didin pirtûk û lêkolînan bi zimanê kurdî derxin ku bandorê li parçeyên dîtir ên Kurdistanê bikin."

‛RÊVEBERIYA XWESER DERFET DA HER KESÎ DA KU FÊRÎ ZIMANÊ DAYIKÊ BIBE’

/ar/uploads/files/2022/02/21/185729_mstfa-almstfa.webp

Endamê Nivîsgeha Wêje ya Navenda Çandê ya Reqayê Mistefa El-Mistefa wiha got: "Tevahî pêkhateyên li ser vê xakê niha bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin. Rêveberiya Xweser ji dema damezirandinê ve têkiliya di navbera biratiya gelan de xurt kir û hîna jî di hemû mecalên fêrbûn, ragihandin û çandan dan ku zimanê dayikê yê civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê geş dike, bi pêş dixe.”

El-Mistefa bal kişand ser kedên Rêveberiya Xweser a parastina çand û zimanê civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev tişt got: "Ev ked mezin e û rihê jiyana hevbeş li herêmê afirand û vehesiyek li gel pêkhateyan bi giştî ava kir."

Li aliyekî din jî hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Wêjeyî ya Navenda Çandê ya Reqayê Îsmaîl El-Kedî wiha axivî: "Ziman navgîna têkiliyên di navbera kesan de ye û her kesê ziman zimanê wê heye, mîna çûkan ku zimanê wan jî heye û her zimanekî wan cuda ye. Heke em bixwazin hemû çûk heman zimanî bixwînin em ê bedewbûna pirrengiyê winda bikin. Ji ber jiyanê dadigire. Dema bihar bi heman rengî were dê bihar bedewbûna xwe wina bike."

/ar/uploads/files/2022/02/21/185612_asmaayl-alkdy.webp

Îsmaîl El-Kedî wiha domand: "Her zimanek û pirrengiya wê ji her pêkhateyek re bedewbûna jiyanê dide û bi mûzaîkbûna van ziman semfoniyek di jiyanê de tê avakirin."

El-Kedî bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser ji dema damezrandina wê de mafê azadiyê axaftina bi zimanê dayikê di helbest, wêje û kolanê de da her kesî û ev tişt anî ziman: "Rêveberiya Xweser derfeta axaftina bi her zaravayekê ku xwe bigihîne hemberî xwe da. Ev jî berdewbûn û azadiya nêrînê dide. Dibe ku ez bi zimanê ingilîzî diaxivim, lê nikarim mîna bi zimanê erebî xwe îfade bikim. Her wiha birayên kurd, suryan û asûrî jî dema bi erebî diaxivin mafê wê nadin. Lê heke bi zimanê xwe biaxivin xwe baş îfade dikin. Ev jî di berê de şerê li dijî pêkhateyên li Sûriyê dijîn hebû."

Li Tebqayê jî mamoste Rûken Hemê bi boneya 21’ê Sibatê ev roj li tevahî gelên cîhanê bi taybet li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. Rûken Hemê îşaret bi rola Rêveberiya Xweser di xebata vejandina zimanên dayikê yên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku mafên wan ên rewa di fêrbûna zimanên xwe yên resen de, da. Girêdayî vê yekê bendên bingehîn di rêziknameya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser de hene.

‛JI BO PARASTINA HEBÛNA XWE EM BI ZIMANÊ XWE VE GIRÊDAYÎ NE’

Rûken Hemê siyasetên bi hewldana qelskirina zimanê kurdî û xistina xana zimanên bijarte yan jî duyemîn li welatên ku rêjeya Kurd mezin e, mîna li dewleta Tirk, şermezar kir. Rûken Hemê ev tişt got: "Ev yek bi hewldana çewisandina nasnameya gelê Kurd e piştî mehrûmkirina wan ji zimanê dayikê ye."

Rûken Hemê wiha domand: "Em pêkhateya Kurd dev ji ziman û çanda xwe berndain, lê belê dê bi wê ve girêdayî bin ku hebûna xwe biparêzin û tevahî siyasetên dewleta Tirk û rejîmên li parçeyên Kurdistanê desthilat in eşkere bikin. Ji ber ew rejîm hewl didin nasnameya Kurd ku bi hezar salan li ser vê xakê ne, bihelînin û asîmîle bikin."

Rûken Hemê wiha dawî li gotina xwe anî: "Têkoşîna gelê Kurd û hemû gelên bindest ji bo parastina ziman û şaristaniya xwe ye. Ew jî li gorî hemû qanûnên navneteweyî û mirovî mafekî rewa ye û tu hêz nikarin vî mafî têk bibin. Ji lew re divê hemû gelên li herêmê bi çand û zimanê xwe ve, ji bo têkbirina hewldanên asîmîle û qirkirinê, girêdayî bin."

(fr)

ANHA