​​​​​​​HPG’ê şehadeta 3 gerîlayan ragihand

HPG'ê nasnameyên 3 gerîlayên di sala 2018’an de şehîd bûne, eşkere kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest.

​​​​​​​HPG’ê şehadeta 3 gerîlayan ragihand
22 sibat, 2022   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de ev agahî dan:

"Li dijî êrişên dewleta Tirk a mêtinger ku hemû derfetên xwe ji bo tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi kar tîne, hevrêyên me Devrîm, Êriş û Qendîl bi rengekî destanî li ber xwe dan û her carê derbên giran li dagirkeran xistin. Hevrêyên xwe Devrîm, Êriş û Qendîl demên cuda di êrişên dijmin de şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me wiha ne:

Nasnav: Devrîm Çelê
Nav paşnav: Devrîm Guldal
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Ayten-Arîf
Dem û cihê şehadetê: 7 Nîsan 2018, Botan

Nasnav: Êriş Andok
Nav paşnav: Serhat Komur
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-bav: Zerê-Rahmî
Dem û cihê şehadetê: 7 Nîsan 2018, Botan

Nasnav: Qendîl Huseyîn
Nav paşnav: Hesen Hesen
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-bav: Altûn-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 27 Adar 2018, Amanos”