Rojnameyên erebî: Hewldanên Rûsya û Sûriyê ji bo çareserkirina aloziyê

Rojnameyên erebî yên îro li ser serdana wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad a bo Moskovê, rewşa siyasî ya Iraqê, her wiha dosyaya diyarkirina sînorên deryayî di navbera Lubnan û Îsraîlê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Hewldanên Rûsya û Sûriyê ji bo çareserkirina aloziyê
Rojnameyên erebî: Hewldanên Rûsya û Sûriyê ji bo çareserkirina aloziyê
Rojnameyên erebî: Hewldanên Rûsya û Sûriyê ji bo çareserkirina aloziyê
22 sibat, 2022   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

`TEVGERA SÛRIYE Û RÛSYAYÊ JI BO ÇARESERKIRINÊ’

Rojnameya El-Beyan li ser rojeva Sûriyê wiha nivisî: "Tevî krîza Ukraynayê lê aloziya Sûriyê hîna li ser masaya Rûsyayê ye. Nexasim ku Amerîka aloziya Ukraynayê bi hebûna Rûsyayê ya li Sûriyê ve girê dide. Wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel Miqdad duh li Moskovê bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re rewşa Sûriyê gotûbêj kir. Lavrov destnîşan kir ku pêwîst e aloziya Sûriyê li gorî diyaloga sûrî-sûrî dûrî mudaxeleyên derve were çareserkirin.

Sergey Lavrov di civîneke çapemeniyê ya li gel Miqdad de got: "Em ê xebata xwe ya hevbeş ji bo çareseriya siyasî ya aloziya li welêt berdewam bikin ku serwerî û yekitiya axa Sûriyê misoger dike.” Her wiha diyar kir ku divê alîkariyên mirovî ji Sûriyê re bên pêşkêşkirin û ev yek ji siyasetê dûr be. Divê civata navneteweyî di xebatên ji nû ve avakirinê de rolekê bilîze.”

`IRAQÎ LI BENDA SURPRÎZA ÇARŞEMÊ NE`

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Tiştek ji bilî guhertina destûrê li pêşiya hêzên siyasî yên Iraqê nemaye. Piştî ku biryarên Dadgeha Federal a Bilind ku Herêma Kurdistanê bû qurbaniya wê ya yekemîn, dengên ji bo guhertina destûrê bilindtir dibin.

Destûra Iraqê desthilateke giştî daye Dadgeha Federal a Bilind ku biryarên wê teqez in û nayên guhertin.

Hêzên siyasî di sêrî de hevbendiya sêalî (Muqteda El-Sadr, Mesûd Barzanî û Mihemed El-Helbûsî) li benda surprîza çarşemê ne ku Dadgeha Federal dê rewabûna nemzatiya serokkomariyê erê bike yan betal bike.”

`XÊZKIRINA SÎNORÊN DERYAYÎ LI LUBNANÊ`

Têkildarî rojeva Lubnanê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Ragihandina nû, şokek mezin çêkir û dibe ku zemînekê ji bo temamkirina dan û standinên xêzkirina sînorên deryayê bi Îsraîlê re çêke. Li aliyekî din serokkomarê Lubnanê Mîşel Ewn hewl dide destkeftiyekê bi dest bixe ku di hilbijartinên Gulanê de bi kar bîne.

Li gorî çavdêran, êdî pêwîstiya Ewn bi destkeftiyeke aborî heye. Ji ber wê di mijara xêzkirina sînorên deryayî de bi Îsraîlê re, dev ji hin şertên ku danîne, berda.

Ji 2019`an ve li Lubnanê aloziyeke aborî heye. Pê re xebatên siyasî jî rawestîne. Ev yek derfetê nade ku gavên cidî ji bo pêkanîna guhertinan werin avêtin, ji bo ku jiyana lubnaniyan baş bibe ku zêdetirî ji sedî 80 di bin asta xizaniyê de ne.”

(dx-şx)