Rojnameyên erebî: Tirkiye bûye dewleta narkotîkê

Rojnameyên erebî yên îro behsa dosyaya avakirina hikumeta Lîbyayê, bazirganiya madeyên hişbirê li Tirkiyê û rewşa Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî: Tirkiye bûye dewleta narkotîkê
Rojnameyên erebî: Tirkiye bûye dewleta narkotîkê
Rojnameyên erebî: Tirkiye bûye dewleta narkotîkê
21 sibat, 2022   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LÎBYA AMADEKARIYA RAGIHANDINA HIKUMETÊ DIKE’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivisî: "Fethî Başaxa yê ji bo avakirina hikumeta nû ya li Lîbyayê hatiye erkdarkirin, daxuyand ku xebata avakirinê nêzîk e û ketiye qonaxa xwe ya duyemîn. Serokê hikumeta El-Wehde Ebdulhemîd El-Debîbe jî hewl dide alîgiran li Misrateyê qezenc bike."

Eqîle Salih jî îşaret bi girîngiya lidarxistina hilbijartinan kir, ji ber ku yekena rêbaz e ku dawî li aloziyê bîne û krîza li welêt çareser bike.

Salih di kongreya çaremîn a Parlamantoya Erebî de ku li Qahîrayê hate lidarxistin, got: "Meclis bê hêvî ye, ji ber ku hilbijartinên serokatiyê û parlamantoyê di dema hatiye destnîşankirin de, li dar neketin. Sedema vê yekê binketina aliyên erkdar ên pêkanîna hevpeymana siyasî ye.”

`TIRKIYE VEGUHERIYE DEWLETA NARKOTÎKÊ`

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Kuştina serokê mafyayê yê ji Qibrisê Halîl Falyali, qonaxa dawî ya şerê veşartî ye ku li Tirkiyê li ser pereyên neqanûnî û qaçaxçiya madeyên hişbir (narkotîk) diqewime.

Serokê mafyayê yê Tirk Sedat Peker sala derbasbûyî Halîl Falyali tawanbar kiribû ku di bazirganiya kokaînê de lîstikvanekî sereke ye û bi hevakriya Erkan Yildirim kurê serokwezîrê Tirk  ê berê Bînalî Yildirim, dihat kirin.

Adara 2021`an wêneyên endamekî AKP`ê dema di erebeyê de kokaîn bi kar dianî, hatin belavkirin. Lê ev yek derewand û îdia kir ku toza şekirê bêhn dikir.

2020`an jî berpirsên gumrikê yê Tirk 100 gram eroîn di erebeya şêwirmendekî çapemenî yê berê yê balyozxaneya Tirkiyê ya Brukselê de, desteser kir. Lê desthilata Tirk ev yek veşart û nûçeyên wê jî qedexe kirin.”

`LI SÛDANÊ CAREKE DIN XWEPÊŞANDAN LI DAR KETIN`

Der barê aloziya Sûdanê de rojnameya Îthat El-Îmarat wiha nivisî: "Duh bi hezaran sûdanî li Xertûmê û bajarên Sûdanê daketin qadan û banga sivîlbûna dewletê û pêkanîna edaletê kirin. Herêma derdora fermandariya giştî ya artêşê ya li paytexta Sûdanê hate dorpêçkirin û bendên beton li hin rêyan û têketina Qesra Serokatiyê hatin danîn.

Hêzên siyasî li Sûdanê hewl didin li ser xalên hevbeş li hev bikin, da ku ji aloziyê xilas bibe, lê heta niha tu nîşaneyên çareserkirina wê krîzê dernektine.”

(eh)