​​​​​​​Topbarana li ser Luhansk û Donetskê berdewam e

Rayedarên herêmên Luhansk û Donetskê ragihand ku di topbarana hêzên çekdar ên Ukraynayê ya li ser herêmên wan de 2 sivîl hatine kuştin.

​​​​​​​Topbarana li ser Luhansk û Donetskê berdewam e
21 sibat, 2022   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên herêmên Luhansk û Donetskê ragihand ku îro di topbarana hêzên çekdar ên Ukraynayê de 2 sivîl hatin kuştin.

Çavkaniyekî ji hêzên Donetskê eşkere kir ku di topbarana li ser gundê Komenternovo yê li başûrê Donbasê de 2 sivîl birîndar bûne û sivîlek din di topbarana li ser taxên Donetskê de hatiye kuştin.

Her wiha çavkaniyên fermî ragihand ku hêzên Ukraynayê 2 dibistan li Petrovsky û Kievsky yên Donetskê topbaran kirine.

(şx)