TEV-ÇAND MEZOPOTAMYA: 21’ê Sibatê li cîhanê û gelê Kurdistanê pîroz be

Bi nêzbûna 21’ê Sibatê, Roja Cîhanê ya Zimanê Dayikê, TEV-ÇAND MEZOPOTAMYA daxuyaniyek da û ev roj li hemû gelên cîhanê, bi taybetî jî li gelên Kurdistanê pîroz kir.

TEV-ÇAND MEZOPOTAMYA: 21’ê Sibatê li cîhanê û gelê Kurdistanê pîroz be
21 sibat, 2022   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, TEV-ÇAND MEZOPOTAMYAYÊ daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ziman têkiliya xwe ya xurt bi çandê re heye, ji ber ku xala herî sereke di vê qadê de ye, mirov û civaka ku ji zimanê xwe qut bibe ji nasname , çand û hebûna xwe qut dibe.

Gelên xwedî ziman û çand bi van nirxên xwe têne nasîn û hene, yên ku nexwedî van nirxan bin wekî gel nayên dîtin û dawiya wan jî windabûna ji qada dîrokê ye.

Gelê Kurd jî gelê herî resen û kevnar ê Mezopotamyayê ye, dendikên şaristaniya yekem di navbera Dicle û Feratê de di axa Kurdan de hêşîn hatine, yekem nivîs, yekem çandinî, yekem gundevanî …hwd , bi ked û xwêdana pêşiyên Kurdan hatine avakirin û afrandin. Ev Çanda xwecihkirinê ku bi dehan hezar sal beriya zayînê di vê erdnîgariyê de bi pêş ketiye, hiştiye ku Zimanê Aryenan jî bi taybet yê Kurdan bandorê  li giştî zimanên cîhanê bike. Ev yek jî li xweşiya faşîst û dagirkerên Kurdistanê nayê. Misogerkirina hebûna xwe di tunebûna Kurdan de dibînin. Ji ber ku ziman jî hebûn û nasnameya gelan e, ji bilî komkujiyên sor komkujiyên spî jî her pêk anîne û hêjî pêk tînin.

Bi armanca bişaftin, helandin û ji holêrakirin her tim zimanê kurdî di bin qedexekirin û zextê de hiştine, li gorî agahdariyên UNESCO jî ji ber şer, komkujî, qedexe û asîmlasyonê heger bi vî awayî biçe di nava sed salî de nêzî sê hezar ziman di metirsiya windabûn û tunebûnê de ne .

Bê guman zimanê kurdî jî yek ji van zimanên ku di bin xeteriyê de ye, lê ji ber resentiya vî zimanî û bi saya wêjeya devokî û lorîkên dayikan ev ziman heta roja îro gelê Kurd aniye û hebûna wî parastiye. Bi hatina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jî gelek derfetên zêrînî li pêşiya hemû gelên herêmê vebûn, her kes bi zimanê xwe dixwîne û dinîvisîne. Êdî paradîgmaya neteweya demokratîk bûye mertala parastina ziman, çand û nasnameya hemû gelan.

Em wekî TEV-ÇAND MEZOPOTAMYA  21 ê Sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Dayikê bi gelemperî li hemû gelên cîhanê, bi taybetî jî li gelên Kurdistanê pîroz dikin.

Tovê Ziman wê her di axa Mezopotamyayê de hêşîn bibe.

Ziman; çand û nasnameya gelan e.

Ziman jiyan e."