Piştî 4 salan ji rizgarkirina Hecînê ji DAIŞ`ê, Hecîn çawa bû?

Piştî 4 salan ji rizgarkirina bajarokê Hecînê ji çeteyên DAIŞ`ê, gelek guhartin û pêşketin lê çêbûn, projeyên xizmetguzarî pêk hatin, 115 hezar niştecihên wê ku koçber bûbûn, vegeriyan warê xwe û zêdetirî 19 hezar xwendekar vegeriyan dibistanan. Bi saya hevgirtina bi hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser re ewlehî li Hecînê misoger bû.

Piştî 4 salan ji rizgarkirina Hecînê ji DAIŞ`ê, Hecîn çawa bû?
Piştî 4 salan ji rizgarkirina Hecînê ji DAIŞ`ê, Hecîn çawa bû?
Piştî 4 salan ji rizgarkirina Hecînê ji DAIŞ`ê, Hecîn çawa bû?
Piştî 4 salan ji rizgarkirina Hecînê ji DAIŞ`ê, Hecîn çawa bû?
Piştî 4 salan ji rizgarkirina Hecînê ji DAIŞ`ê, Hecîn çawa bû?
Piştî 4 salan ji rizgarkirina Hecînê ji DAIŞ`ê, Hecîn çawa bû?
Piştî 4 salan ji rizgarkirina Hecînê ji DAIŞ`ê, Hecîn çawa bû?
Piştî 4 salan ji rizgarkirina Hecînê ji DAIŞ`ê, Hecîn çawa bû?
14 sibat, 2022   07:52
DÊRAZOR-EHMED ESAF

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di destpêka 2019‘an rizgarkirina bajarokê Hecînê bi temamî ji çeteyên DAIŞ‘ê ragihand. Piştî rizgarkirinê tîmên endizyariyê herêm ji bermahiyên şer û mayînan paqij kir. Bi rizgarkirinê re şênî vegeriyan warê xwe û dest bi jinûvekirina avkirinê kirin ku çeteyan ji sedî 55 ji binsaziya wê wêran kiribû.

Bajarokê Hecînê li ser keviya rojhilatê ava Firatê dike û 110 kîlmetreyan dikeve rojhilatê Dêrazorê û derdora 35 km dûrî El-Bû Kemal e. Peyva Hecîn ji "Hincin" hatiye girtin bi erebî wateya wê "Hêştir" e, bajarok jî bi lezbûna beza hêştirên xwe dihat nasîn û bi demê re navê wê  bû "Hecîn."

XEBATA PIŞTÎ RIZGARKIRINÊ

Piştî rizgarkirinê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê tavilê dest bi rakirina mayînên çeteyên DAIŞ`ê çandibûn, kir. Di encamê de zêdetirî hezar û 300 mayîn, top û amûrên teqîner bê bandor kirin. Li aliyekî din jî mewziyên axê ku di rêyan de hatibûn çêkirin, rakirin. Li gorî serjimariya Şaredariya Gel a Hecînê zêdetirî hezar û 80 metrekab ji bermahiyan hate rakirin û li gorî daneyên Meclisa Gel a Hecînê zêdetirî 115 hezar niştecih piştî rizgarkirinê bi rojekê, vegeriyan malên xwe.

Meclisa Sivîl a Dêrazor, meclisên gel û komîn hatin avakirin, da ku şêniyên herêmê xwe birêxistin bikin û xizmeta tevahiya şêniyên Hecînê bikin. Bi wê re li taxan 4 meclis hatin avakirin û li seranserî Hecînê 11 komîn hatin avakirin.

PIŞTÎ 4 SALAN JI RIZGARKIRINÊ KAR Û XEBATA XIZMETGUZARIYÊ

Hevserokê Meclisa Giştî ya Bajarokê Hecînê Selah Selman axivî û got: "Ji karên me yên sereke, dabînkirina ava vexwarinê ji bajêr re bû, her wiha zirarên gihaştibûn torên, pompeyên avê û stasyonan ku ji sedî 80 hatibûn rûxandin re bû. 3 stasyonên avê û piraniya pompeyên xirabe hatin sererastkirin. Niha jî li ser sererastkirina stasyona çaran xebat tê meşandin."

Selah Selman ev li axaftina xwe zêde kir: "Piştî 4 salan ji rizgarkirina bajarok, kar û xebata sererastkirinê dest pê kir, ji wan rêyên sereke hatin qîrkirin û kolan hatin ronîkirin, peyarê hatin sererastkirin, dibistan û sazî hatin avakirin û piraniya kooperatîfên çandiniyê hatin aktîfkirin."

JI ALIYÊ TENDURISTIYÊ VE REWŞA BAJAROK

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, nexweşxaneya Hecînê sererast kir û tê payîn di demeke nêz de were bikaranîn. Ev nexweşxane xizmeta 400 hezar şêniyên Hecîn û gundewarê wê dike.

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li Hecînê navendeke tenduristiyê vekir û bi şeklekî domdar zarokan derzî dike, ji wan derziyên laşmanya û felcbûna zarokan, di heman demê de xizmetê û destwerdanên lezgîn ji şêniyên herêmê re pêşkêş dike.

QADA ÇANDINIYÊ

Bajarokê Hecînê bi xwedîkirina pez û çandiniyê tê naskirin, ji ber ku li ser peravên ava Firatê ye, di encamê de avdana erdan hêsan dike. Şêniyên bajarok hilberînên havînê û zivistanê diçînin û sebzeyan diçînin.

Li Hecînê 7 pompeyên avê hene yan jî wekî ku şêniyên herêmê bi nav dikin "kooperatîfên çandiniyê", lê piştî çeteyên DAIŞ`ê herêm dagir kir, zirareke mezin gihaştê. Gerînendeya Çandiyê beriya demekê 5 pompeyên avê sererast kirin ku têra avdana 100 hezar donimî dike.

Têkildarî mijarê serokê Kooperatîfên Çandiniyê yên li Hecînê Xelîl El-Mihemed ji ajansê re axivî û got: "Ji dema herêm hatiye rizgarkirin, armanca me ya sereke, sererastkirina hemû kooperatîfên çandiniyê bû, lê ji ber ku derfetên me kêm bûn, me nekarî pêk bînin. 5 ji wan hatin sererastkirin û îsal dê yên din jî werin sererastkirin."

Xelîl El-Mihemed anî ziman ku ew bi awayekî dorveger semad û tov ji cotkarên Hecînê re dabîn dikin, her wiha sotemeniyê ji bo erdên avî dabîn dikin.

19 HEZAR XWENDEKAR LI 43 DIBISTANAN TÊNE PERWERDEKIRIN

Piştî rakirina bermahî û mayînan, Meclisa Sivîl a Dêrazorê qada perwerdê bi pêş xist, isbata vê yekê jî 19 hezar xwendekar li 43 dibistanan têne perwerdekirin û hemû hewcedariyan wan bi cih anîn.

Serokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Gundewarê Rojhilatê Dêrazorê Ehmed El-Şiblî axivî û got: "Piştî niştecih vegeriyan Hecînê, me tîmek xwebexş ji 325 mamosteyan ava kir û bi rêya wan dibistanên hatibûn wêrankirin, sererast kirin."

El-Şiblî ev li nirxandinên xwe zêde kir: "Me pencere, derî, kursî (daniştek) guhartin û dibistan û ref paqij kirin da ku pêşwaziya xwendekaran bikin. Hejmara dibistanên li Hecînê hatibûn wêrankirin gihaşt 18`an û 3 ji wan hinek jê hatibû xirabkirin."

El-Şiblî da zanîn ku bi alîkariya şêniyên Hecînê û zarokên wan ên li derveyî welêt, 9 dibistan hatin sererastkirin.

Hejmara xwendekarên li Hecînê 19 hezar û 843`ê bû, ji wan 16 hezar xwendekarên qonaxa seretayî ne, 2 hezar û 500 jî yên qonaxa navîn in û 6 hezar jî yên qonaxa amadehî ne. Hejmara mamoste û rêveberan jî 526 in.

PIŞTÎ 4 SALAN JI RIZGARKIRINÊ ŞAREDARIYA BAJAROK ÇI KIR?

Ji dema ku Şaredariya Hecînê di 2019`an ve hatiye avakirin, ji erkên wê yên sereke, bedewkirina herêmê û pêşkêşkirina xizmetên bingehîn, sererastkirina kanalîzasyonan, veguhestina sergoyan li derveyî bajêr û sererastkirina rêyan û ronîkirina kolanan e.

Hevserokê Şaredariya Gel a Hecînê Hitêmî El-Lewhe axivî û got: "Ji dema ku şaredarî hatiye avakirin, ji erka wê ye xizmeta welatiyan bike, her wiha binesaziya herêmê sererast bike da ku herêm ji bo jiyanê guncaw be."

Hitêmî El-Lewhe anî ziman ku ji girîngtirîn karên şaredariyê, sererastkirina kanalîzasyonên Hecînê û qîrkirina rêyan e.

El-Lewhe wiha domand: "Şaredariyê bi dirêjahiya 42 km rêya giştî qîr kir, her wiha zêdetirî ji sedî 75 kolanên sereke ronî kirin, li aliyekî din jî çerxerêya Hecînê ava kir, 5 firin xebitandin, ji wan firneyek otomatîk."

Hitêmî El-Lewhe ev li axaftina xwe zêde kir: "Gorangehek girêdayî şaredariyê vekir û Komîteya Tenduristiyê ya şaredariyê çavdêriya wê dike, her wiha li herêmê geracek ji bo çûn û hatina derveyî bajarok vekir."

REWŞA EWLEHIYÊ Û HEVGIRTINA ŞÊNIYAN Û HÊZÊN EWLEHIYÊ

Ruxmî ku rûbera wê berfireh e, lê rewşa wê ya ewlehiyê baş e, li gorî ku şênî dibêjin sedema vê yekê vedigere hevkariya welatiyan ya bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re, da ku ewlehî û istîqrara li herêmê bidome.

Têkildarî mijarê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û berpirsê ewlehiya bendên kontrolê ya Hecînê, Îsmaîl El-Salih axivî û got: "Rewşa ewlehiyê li herêma rojhilat di giştî de, ji herêmên din baştir e, ji ber ku şêniyên Hecînê bi me re alîkar in. "

El-Salih ev anî ziman: "Piştî gundewarê rojhilat bi tamamî hat rizgarkirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hecînê hate avakirin da ku ewlehî û îstiqrara herêmê ji êrişên hundirîn ên şaneyên terorîstan ku çeteyên DAIŞ`ê piştgiriya wan dike, biparêzin."

HEVGIRTINA ŞÊNIYÊN HERÊMÊ BI QSD`Ê RE HEMÛ PLANÊN DERVE TÊK BIRIN

Serokê Meclisa Sûriya Pêşerojê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê Mihemed El-Zayid axivî û got: "Aliyên navneteweyî û herêmî dixwazin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin. Lê rêveberiyê hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terora DAIŞ`ê rizgar kirin. Piştgiriya gel ji Rêveberiya Xweser û QSD`ê re dê hemû komployan têk bibe."

Mihemed El-Zayid ev li axaftina xwe zêde kir: "Piştî 4 salan ji rizgarkirina Hecînê ji terora DAIŞ`ê, sazî û komînên herêmê dest bi kar û xebatên xwe yên rêxistinî kir û hemwextî vê yekê şêniyên bajarok vegeriyan malên xwe. Di demeke kurt de Rêveberiya Xweser û Meclisên Herêmê bajarok sererast kirin."

El-Zayîd bi domdarî got: "Piştî ku QSD`ê pêngava rizgarkirina bajarokê Hecînê ji çeteyên DAIŞ`ê ragihand, şêniyên herêmê yekser tev li hêzên leşkerî bûn da ku bajarên xwe rizgar bikin."

El-Zayid îşaret pê kir ku projeya Rêveberiya Xweser ji gelek aliyan ve tê hedefgirtin, nexasim dewleta Tirk ku destekê dide terorîstên li Sûriyê, da ku îstiqrara herêmê têk bibe û fitneyan di navbera pêkhateyên wê de derxe.

Mihemed El-Zayid diyar kir ku Hecîn di demeke kurt de vegerandina rewşeke asayî, ne tiştekî hêsan bû, ruxmî hemû zehmetiyan ji aliyekî  ve şer dikirin û ji aliyekî ve jî xebat bi pêş dixistin.

Mihemed El-Zayid di dawiyê de got: " Şaneyên DAIŞ`ê dem bi dem têne aktîfkirin û rêveberiyên sivîl, hêzên leşkerî û rûspiyên eşîrên Ereb dikin hedef, lê bi saya piştgiriya me ya ji hêzên leşkerî û rêveberiya sivîl re em ê hemû gefan derbas bikin û serkeftinê qezenc bikin. Di heman demê de em ê kar û xebata bi armanca naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî berdewam bikin."

(eh)

ANHA