​​​​​​​TEV-DEM`ê banga tevlîbûna pêngava ji Ocalan re azadî kir

TEV-DEM`ê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li hêzên siyasî, niştîmanî kurdistanî û rêxistinên civaka sivîl kir ku helwesteke niştîmanî nîşan bidin û tev li pêngava ji rêber Abdullah Ocalan re azadî, bibin.

​​​​​​​TEV-DEM`ê banga tevlîbûna pêngava ji Ocalan re azadî kir
14 sibat, 2022   06:09
NAVENDA NÛÇEYAN

TEV-DEM`ê di salvegera 23`an a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Em komploya navneteweyî di salvgera wê ya 23`an de şeremzar dikin. Ew komploya ku dewlet û hêzên serdest tevlê bûn weke operasyona korsanîya navneteweyî hate binavkirin. Ji ber ku ew derqanûnî û derexlaqî ye. Dewletên kapîtalîst yên herêmî û navneteweyî di aliyê diplomatîk de ketin tevgerê da ku komployê pêk bînin û bi koordînasyona istixbaratên gelek dewletan hate kirin da ku girêbesteke (sefqeyeke) din di dawiya sedsala 21`an de pêşkêşî dewleta Tirk bikin û rêber Abdullah Ocalan dîl bigrin. Xwestin bi rêya vê komployê îrade û destkeftiyên gelê kurdistanî têk bibin, îradeya çand, nirxên exalqî û civakî li herêmê têk bibin û hêviyên civakên ku banga azadî, edalet û wekheviya li ser esasê pîvana biratiya gelan û jiyana hevbeş dikin, tune bikin.

23 sal ji berxwedan û têkoşîna rêber Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de, dewleta Tirk a faşîst sûcên siyasî ji tecrîd û îşkencekirina piskolojîk ku ne girêdayî qanûnên hiqûqî ye, ferz dikin. Derfetê nadin malbat û parêzeran ku serdana wî bikin, her wiha nahêlin rêxistinên tenduristî û hiqûqî yên navneteweyî û rêxistina li dijî tundiyê jî serdana zindana Îmraliyê bikin. Ev jî sûcên siyasî ne û li dijî hemû qanûn û pîvanên navneteweyî ne.

Rêber Ocalan nûnertiya îradeya mirovahiya azad û hemû beşên civakê dike. Ji bo avakirina aştî, demokrasî û diyalogan têdikoşe. Azadiya rêber Abdullah Ocalan misogeriya çareserkirina hemû pirsgirêkên li herêmê ye. Lê hikumeta AKP`ê û dewletên ku plana komploya navneteweyî çêkirin tu girîngiyê nedan vê yekê. Guhertinên demografîk ku dewleta Tirk li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne û herî dawî jî destekdayîna ji êrişa terorî ya li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê, armanc jê ew e ku nasnameya Kurdan tune bike û hebûna wê înkar bike.

Berxwedana ku rêber Abdullah Ocalan di zindanê de dimeşîne, hîşt ku bi hezaran girtiyên siyasî jî tev li vê berxwedanê bibin. Li ser wî bingehî bi deh milyonan ji gel û dostên wan li cîhanê tev li pêngava dem dema azadiyê ye, bûne da ku bi xwedîderketina li felsefeya jiyana azad û felsefeya rizgariya ji koletiyê, tecrîdê bişkînin. Felsefeya neteweya demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyên li herêmê baştirîn proje ye.

Em bang li hêzên siyasî, niştîmanî kurdistanî û rêxistinên civaka sivîl dikin ku helwesteke niştîmanî nîşan bidin û tev li pêngava ji rêber Abdullah Ocalan re azadî, bibin.

Em bang li azadîxwaz û demokratên li cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin azadiya rêber Abdullah Ocalan û ji bo têkibirina vê komployê bikevin nava xebatan. Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji Kurdan re, lê belê ji tevahî gel û pêkhateyan re bûye sembola azadiyê."

(bx)

ANHA