​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezarkirina Komploya 15`ê Sibatê

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku revandina rêber Abdullah Ocalan delîla komployên hêzên kapîtalîst ên li dijî gelan e. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku ji bo azadkirina rêber Abdullah Ocalan bixebitin.

12 sibat, 2022   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

15`ê Sibatê salvegera 23`yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e ku bi hevkariya navneteweyî pêk hat û di encamê de rêber Abdullah Ocalan li paytexta Kenyayê Nairobiyê di sala 1999`an de dîl hate girtin.

Ji bo şermezarkirina komployê, Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi koordîneya Desteya Parastina Birêz Abdullah Ocalan a Herêma Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Însiyatîfa Sûriyê ji bo Azadiya Rêber Ocalan semînerek li dar xist.

Hevserokên Yekitiya Parêzeran a Qamişloyê Mihemed El-Neîmî û Xurfan Xelef semîner bi rê ve bir. Semîner li Hola Zana ya li Qamişloyê li dar ket.

Di semînerê de Xurfan Xelef got: “Komplo û revandina rêber Abdullah Ocalan delîla komployên hêzên kapîtalîst ên li dijî vîna gelan e.”

Xurfan destnîşan kir ku bêyî rêber Abdullah Ocalan doza kurd çareser nabe û behsa sedemên dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan kir. Her wiha piştrast kir ku dadgehên dewleta Tirk di darizandina rêber Abdullah Ocalan de hemû pîvan û qanûnên navneteweyî binpê kirin.

Mihemed El-Neîmî jî diyar kir ku têkoşîna rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de têkoşîneke rewa û qanûnî ye ku ji bo azadiya gelê xwe dimeşîne. Ev berxwedan û projeya neteweya demokratîk a ku pêşkêş kiriye, Komploya Navneteweyî ya li dijî Kurdan têk bir.

‘WERIN CANGA AZADIYÊ, HILWEŞE KOMPLOYA 15`Ê SIBATÊ’

Di heman çarçoveyê de çalakiya konvedanê ya li rex Stada 12`ê Adarê ya li Qamişloyê hatiye lidarxistin, berdewam dike. Îro bi sedan şêniyên taxên rojhilatê Qamişloyê, lîstikvanên kluban ên girêdayî Yekitiya Werzîşê ya Qamişloyê û endamên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn.

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê duh çalakî bi dirûşma “Werin Cenga Azadiyê, hilweşe Komploya 15`ê Sibatê” dabû destpêkirin.

Di çalaliyê de wêneyên şehîdên azadiyê, rêber Abdullah Ocalan û gelek pirtûkên rêber Abdullah Ocalan hatin pêşandan.

Her wiha hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê Qamişloyê Mesûd Dawûd axivî û got: “Êrişên dawîn ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Hesekê berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e.”

Mesûd Dawûd  got gelê herêmê xwedî li fikrên rêber Abdullah Ocalan derket, ji ber wê tu hêz nikare vîn û berxwedana gel têk bibe û wiha domand: “Gelên herêmê dê Komploya Navneteweyî têk bibin û dê ji cîhanê re careke din îsbat bikin ku vîna me di berxwedana me de ye.”

Piştî axaftinan, sînevîzyonek têkildarî komployê û fîlma ‘Ji bo Azadiyê’ hatin pêşandan.

‘JI MAFÊ GELAN E ÇARENÛSA XWE DIYAR BIKIN’

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Komploya Navneteweyî bi daxuyaniyên cuda şermezar kir. Endama meclisê Fatme Hisên daxuyaniya meclisê li Hesekê xwend, Evîn El-Hac li Qamişloyê û li navçeya Tirbespiyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Helîma Ehmed, li navçeya Çilaxa endama rêveber a meclisê Ebîr Şêxmûs, li Dêrikê endama meclisê Melîhe Ebdela û li Til Temirê jî endama meclisê Sumeye Elî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyan de meclisê got: “Di her salvegerekê de em çirûska berxwedanê li dijî dewleta Tirk a faşîst bilind dikin. Doza Rêbertî û projeya demokratîk ji projeyên me yên pêşîn in. Ji mafê hemû gelên Rojhilata Navîn e ku çaresnûsa xwe bi xwe diyar bike. Divê cîhan vê rastiyê bibîne.

Berxwedana rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de, dê dijmin û cîhan neçar bike ku vîna gelan û projeya demokratîk nas bike. Êdî hewldanên sextekirina rastiyan bi rêya qedexekirina hevdîtinên parêzeran bi miwekîlê xwe re eşkere bûne.

Ji bo tunekirina şoreşa gelan û şikandina vîna gelan ku jiyana hevbeş û biratiya gelan ji xwe re kirine bingeh, komplo li dijî rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

Ji bo pêkanîna yekitiyê û azadiyê divê gel têkoşîna xwe mezin bike. Em hêzên komploger şermezar dikin û dibêjin bê serok jiyan nabe.”

‘RÊBER OCALAN DI ZINDANÊ DE JI BO MIROVAHÎ Û MAFÊN GELAN TÊ DIKOŞE’

Kongreya Îslama Demokratîk û saziyên wê bi tevlêbûna Foruma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê bi armanca şermezarkirina komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi civîneke çapemeniyê li navenda wê ya li bajarê Hesekê bi amadebûna endamên kongreyê, endamên Foruma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê, mela û rûspiyan û ji aliyê hevseroka Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Nofel ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Rêbertî bi salan xem û êşa gelê xwe û parastina axa xwe hilgirt ser milê xwe heta ku di 15'ê Sibata 1999'an de xiyanet li dijî wî hate kirin. Wan dixwest bi rêya girtina rêber Ocalan doza Kurdan sînordar bikin.

Komplogerên li dijî rêber Ocalan nezanîn ku îdeolojiya ku di civaka Kurd de hatiye çandin nayê bi dawîkirin, lê piştî her karesateke ku tê re derbas dibin zindî dibe. Birêz Abdullah Ocalan di laşê xwe de girtî ye, lê ji ramanên xwe de azad e, felsefeya neteweya demokratîk a ku dabû destpêkirin ji bo gelên Rojhilata Navîn, bi taybet ji bo gelê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe û li ser axa xwe bi neteweyên din re, çareseriya herî baş.”

SEMÎNER Û SÎNEVÎZYON LI SER JIYANA RÊBER OCALAN

Kongra Star li navçeya Çilaxa civînek ji bo gel li dar xist û der barê jiyana rêber Ocalan de semînerek û sînevîzyonek hatin pêşkêşkirin û Komploya Navneteweyî hate nirxandin.

Semîner li salona navenda çandê ya li başûr rojavayê navçeyê hate dayîn. Rêvebereke Kongra Star a taxa Çilaxa Semar El-Hisên diyar kir ku rêber Ocalan ji zarokatiya xwe ve bi tiştên ku gelên herêmê bi taybet gelê Kurd di dîrokê de rastî neheqî, çewisandin û tunekirina civakê hatiye, bandor bûye.

Semar El-Hisên destnîşan kir ku komplo di şexsê rêber Ocalan de hemû pêkhate kirin hedef û gelek welatên cîhanê bi armanca tunekirina projeya demokratîk a ku rêber Ocalan ji bo wê têkoşîn kiriye, beşdar bûne.

ŞEHBA

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina Komploya 15`ê Sibatê îro li kantona Şehbayê panelek li dar xist.

Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina komployê Li Hola Axîn Welat a Çand û Hunerê ya li navçeya Fafînê ya Şehbayê panelek li dar xist.

Di panelê de endama Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Şehbayê Hena Nebhan perspektîfên rêber Abdullha Ocalan ên têkildarî xebata jinên ciwan xwendin.

Her wiha endama Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Şehbayê Ronahî Elî li ser sedema dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan û armancên dewletên komploger axivî.

Piştî axaftinê der barê komployê de sînevîzyon hat pêşandan.

(şx-dx)

ANHA