Di topbarana hêzên hikumeta Şamê de 3 zarok û 2 jin hatin qetilkirin

Di topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li dijî bajarokê Meret El-Nasan ê bakur rojhilatê Idlibê de 3 zarok û 2 jin hatin qetilkirin û gelek kesên din birîndar bûn.

Di topbarana hêzên hikumeta Şamê de 3 zarok û 2 jin hatin qetilkirin
12 sibat, 2022   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li dijî Meret El-Nasan ê bakur rojhilatê Idlibê 3 zarok û 2 jin hatin qetilkirin.

SOHR`ê eşkere kir ku top li malekê ketî ku jin û zarok tê de bûn di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran derdora gundê Kefer Eme û Tiqad ê rojavayê Helebê topbaran kirin.

(şx)