Li Şedadê 3 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hatin oxirkirin

Şêniyên herêma başûrê Hesekê bi merasîmekê 3 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan û yên li Dêrazorê şehîd bûne, oxir kirin.

Li Şedadê 3 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hatin oxirkirin
Li Şedadê 3 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hatin oxirkirin
Li Şedadê 3 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hatin oxirkirin
Li Şedadê 3 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hatin oxirkirin
Li Şedadê 3 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hatin oxirkirin
Li Şedadê 3 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hatin oxirkirin
Li Şedadê 3 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hatin oxirkirin
12 sibat, 2022   14:11
HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên herêma başûrê Hesekê (Şedad, Hedadiye û Erîşe) bi merasîmekê cenazeyên 3 şehîdan; Seîd Reşad El-Îbrahîm, Enes Mihemed El-Xidir û Hemûd Casim El-Mihemed li Goristana Şehîdên Şedadê veşartin.

Şehîd Seîd Reşa El-îbrahîm di Pêngava Gurzê Gelan de, şehîd Enese Mihemed El-Xidir û Hemûd Casim El-Mihemed li bajarokê El-Şehîl ê rojhilatê Dêrazorê di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûbûn.

Girseya gel cenazeyên şehîdan ji pêşiya navenda Saziya Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Erebû Siwer axivî û sersaxî da malbatên şehîdan. Her wiha berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê û parastina herêmê ji êrişan teqez kir. Erebo Siwer wiha domand: “Wê nikarin vîna ciwanên me bişikînin. Em ê tola şehîdên xwe hilînin.”

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Ayat Îbrahîm jî axivî û berxwedana QSD`ê û fedakariyên wan silav kir.

Piştî bidawîbûna axaftinan, endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Şedadê Deham El-Ferec wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Di dawiya merasîmê de, girseya gel cenazeyên şehîdan veşartin.

(şx)

ANHA