‘Em li kêleka hêzên xwe yên leşkerî ne’

Meclisa Rûspî û Êlan a Dêrikê komployên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê şermezar kirin.

‘Em li kêleka hêzên xwe yên leşkerî ne’
12 sibat, 2022   14:09
QAMIŞLO

Bi dehan rûspiyên êlên li herêma Dêrikê li ber Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê kom bûn û daxuyaniyek ji bo şermezarkirina bombebarana dewleta Tirk û komployên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Daxuyanî ji aliyê berpirsê giştî yê Meclisa Rûspî û Êlan Hewas Cidê hat xwendin. Daxuyanî wiha ye:

"Em îro di qonaxeke hestiyar re derbas dibin, di encama komployên li dijî destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin. Di van demên dawîn de komploya li girtîgeha Sînaa ya Xiwêranê ku ji aliyê rejîma dewleta Tirk ve pêk hatiye, ku terorîstên DAIŞ'ê êrişî girtîgeha Sînaa kir û revandina bi hezaran çeteyên girtî, pêşkêşkirina çekan ji bo wan, belavkirina wan li kantona Hesekê û gundên wê û zindîkirina şaneyên razayî da ku tevliheviyê li herêmê çêkin.

Bersiva hêzên me û dorpêçkirina girtîgeh û taxên ku terorîstên DAIŞ'ê derbas bûnê, helwesta êlan piştgiriya hêzên leşkerî bû, ev hevgirtin bû sedema yekbûna pêkhate û êlên me û ev hêza rast ku em ê ji bo avakirina welat ji xwe re esas bigirin.

Em zarok û rûspiyên êlên Ereb, Kurd, xiristiyan, Aşûrî û Keldanî bi hêzên xwe yên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re helwesta xwe ji bo avakirina aştiya sivîl û civakê radigihînin."

(dx)

ANHA