Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewreya yekemîn a efseran bi dawî kir

Îro Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser bi merasîmekê dewreya yekemîn a efseran bi tevlêbûna 150 endaman bi dawî kir. Di merasîmê de nûnerên QSD’ê û Rêveberiya Xweser hazir bûn.

12 sibat, 2022   13:08
HESEKÊ

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li fakulteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Zanistên Polîsan, dewreya yekemîn bi dawî kir. Merasîma derçûnê li Navenda Serdem a Çand û Hunerê ya Hesekê pêk hat.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, fermandarê giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Siyamend Welat, hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş, endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, gelek endamên rêveber ên Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û PYD`ê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de piştî lidarxistina toreneke leşkerî, hevserokê Desteya Hundirîn Elî Hico wesîqeyên derçûnê radestî efseran kirin û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de divê em hemû astengî û xetereyan derbas bikin. Ji bo wê divê em siyaset û stratejiyên li gorî vê pêvajoyê çêkin da ku Rêveberiya Xweser bi pêş bixin.” 

Hico wiha domand: “Sepandina ewlehiyê, esasa vê stratejiyê ye. Ji bo pêkanîna ewlehiyê li herêmê Desteya Hundirîn û Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewl dide sazûmaniya ewlehiyê di hemû waran de bi pêş bixe û hemû astengiyan derbas bike.”

Her wiha Hico derçûna efseran wek destkeftiyeke mezin bi nav kir û got: “Van efseran perwerde li ser rêgezên leşkerî, ewlehî û hunera şer, têkoşîna li dijî terorê, kontrolkirina ewlehiyê, pêkanîna îstiqrarê, parastina sivîlan û pabendiya bi qanûnan dîtine.”

Hico piştrast kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji destpêkê ve felsefeya neteweya demokratîk û biratiya gelan ji xwe re dikin esas û bal kişand ser rola pêşeng a jinan di sazûmaniya ewlehiyê de.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş jî axivî û bidawîbûna dewreya yekemîn a efseran wek pêngava avakirinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi nav kir. Her wiha El-Mihbaş bang li civata navneteweyî kir ku pirsgirêka terorê çareser bike.

(şx)

ANHA