Plana êrişan: Serî qût bike, laş perçe bike û giştî vemirîne

Salih Muslim destnîşan kir ku ji komploya navnetewî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan re plana serî qût bike, laş perçe bike û giştî vemirîne, xistine meriyetê û got: “Planên wan vala derketin, lê planên wan yên B, C, E çi ne em nizanin.”

Plana êrişan: Serî qût bike, laş perçe bike û giştî vemirîne
2 sibat, 2022   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Têkildarî êrişên dawî yên dewleta Tirk Salih Muslim, destnîşan kir ku ev êriş encama şerê topyekûn û li dijî Kurdan seferberî ragihandin e.

Derbarê sekna Hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de Salih Muslim diyar kir ku kerameta herêmê bin pê dikin û got: “Heya vê astê xwe teslîmî Tirkan kirine û xwe kirine kole. Tiliya Kazimî jî di van êrişan de heye.”

Endamê desteya hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) Salih Muslim, îro di saetên nîvro bernameye taybet a ANHA`yê de axivî.

`JI BINKEFTINA DAIŞ BIRÎNDAR BÛ YE`

Salih Muslim, da zanîn ku piştî DAIŞ li Hesekê şikest û planên wan bi serneketin ev êriş pêk hatin û got: “Plana hatibû dayîn berfireh bû ku ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê bû. Yek ji pêvajoya Astana bû. Di civîna Astana de biryara hilweşandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibû standin. Herêm kirin dorpêçê ku dewleta Tirk û hikûmeta Şamê bi hev re derî û sînor girtin.  Herî dawî jî DAIŞ xistin meriyetê. DAIŞ beşek ji arteşa dewleta Tirk e. Hemû planên wan têk çûn. Ji ber wê têkçûnê, dewleta Tirk dike dîn bibe. Ew gurê devbixwîn êrişî her cihî dike. Ji binkeftina DAIŞ birîndar bû ye. Dibe ku ev êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Dêrîkê destpêka planekê bin. Gelek planên wan vala derketin, lê planên wan yên B, C, E çi ne em nizanin.”

`LI DIJÎ KURDAN SEFERBERÎ RAGIHANDINE`

Van êrişên ku di salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan de pêk hatine de Salih Muslim, anî ziman ku ev êriş di çarçoveya serî qut bike, laş perçe bike û giştî vemirîne de ye. Salih Muslim, wiha berdewam kir: “Biryarên ku di Astana de hatine girtin jî perçeyek ji vê komployê ye. Hêrsa yekemîn a dewleta Tirk civîna berfireh a PKK`ê ku tê de biryarên nû hatine derxistin, bû. Ya duyem hilweşandina DAIŞ`ê bû. Ya sêyem jî salvegera komploya navnetewî bû. Li Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirk dema dibîne ku gel xwedî li şehîdên xwe derdikeve dîn dibe. Li Maxmûrê jî ji  berxwedaniya bi dehan salan a gel aciz dibe. Şerekî topyekûn e, li dijî Kurdan seferberî ragihandine. Ji gelê Kurd jî tê xwestin ku ew jî seferberî ragihîne.”

SERDANÊN HULUSÎ AKAR Û KAZIMÎ TÊN ÇI WATE YE?

Salih Muslim, sekna hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê rexne kir û got ku kerameta herêmê bin pê dikin. Her wiha şermezarkirina êrişan re jî anî ziman ku ew bi tena xwe têrî pêşîgirtina êrişan nake û got: “Hikûmeta Iraqê derdora Mexmûrê bi têlan dorpêç dike da ku ji êrişan kes nereve. Ev hemû li ser xwestekên Tirkan pêk tê. Heya vê derece xwe teslîmî Tirkan kirine û xwe kirine kole.

Hedef tunekirina Şengal û gelê Êzîdî ye.  Beriya demekê Hulusî Akar çû ber sînorê Iraq û Sûriyê. Her wiha Kazimî jî serdana Şengalê kir. Hulusî Akar ji bo Hesekê serdana sînorê Iraq û Sûriyê kir. Li bendê bû ku agahî jê re were û tedbîran bigre. Çawa ku Erdogan hat ber Kobanê û got `Kobanê ket wê bikeve` ew jî li ser wê rêyê meşiya. Tiliya Kazimî jî di nav van êrişan de heye.”

`JI BERXWEDANÊ PÊ DE TU RÊ NINE`

Salih Muslim, diyar kir ku hemû dewlet û cîhan di têkçûna DAIŞ de dîsa bû deyndarê wan û wiha got: "Me bi xwîna xwe cîhan careke din ji DAIŞ`ê parast. Îro li hemû malên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîn heye. 121 şehîd me dan. Di dîrokê de ewqasî em hatine binpêkirin, îro jî dijminê me bi awayekî hovane bi teknolojiya NATO êrişî me dike. Ji me re dibêjin `welle em gelek xemgînin.` Ev xemginiya te têrî me nake. Ji berxwedanê pê de tiştek li pêşiya me tune ye. Ji ber em xwe diparêzin, me êrişî tu kesî nekiriye. Divê em hîn zêdetir xwe xurt bikin. Wê êriş bêgûman berdewam bikin. Şerê taybet ji xwe nesekiniye. Heya ev faşîzma dewleta Tirk li ser desthiladariyê be wê ev êriş û ev hovîtî berdewam bike. Ji ber hebûn û tunebûna xwe di hilweşandina Kurdan û Rojhilata Navîn de dibînin.”

ANHA