​​​​​​​Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdên pêngava Gurzê Gelan re xwest

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdên pêngava Gurzê Gelan ku di êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê de şehîd bûbûn re xwest.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdên pêngava Gurzê Gelan re xwest
2 sibat, 2022   12:58
KOBANÊ

Bi dehan şêniyên Kobanê, endamên saziyan, siyasetmedarên li kantonê sersaxî ji malbatên şehîdan Bozan Muslim Xelîl, Dara Mihemed û Mehmûd Henkî re xwest.

Şêniyan ji qada şehîd Egîd heta taxa şehîd Kawa meşiyan. Li pêşiya konê sersaxiyê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Rehîme Ebas axivî.

Rehîma wiha got: “Em bejna xwe li hember wan şehîdan ditewînin ku hêzên tarî tune kirin. Bi fedekariya xwe peyamek da hêzên tarî, û ji wan re got, `hûn nikarin derbasî axa me bibin û heke bê xwestin em ê canê xwe feda bikin, ji bo ku gelê me azad bijî`. Ji ber wê yekê em deyndarên wan in.”

Siyasetmedar Şêx Ehmed Hemo di merasîmê de axivî û got: “Ji bo em azad bijîn, em berdêla wê didin. Ji bo vê axê, divê em amade bin her tiştî bikin qurban.”

Hemo destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de gelê herêmê xwe îsbat kir û li hember hemû hêzên tarî sekinî û DAIŞ tune kir.

Piştî bidawîbûna axaftinan, şande berê xwe de taxa Şehîd Xebat û sersaxî da malbata şehîd Dara Mihemed û paşê çû gundê Gulmet li başûrê Kobanê û sersaxî da malbata şehîd Mehmûd Henkî.

Her wiha şandeyek ji navçeya Sirîn û kantona Girê Spî sersaxî da malbata şehîd Mahir Mihemed, Feysel Sadûn û şehîd Mehmûd Mezî. Şandyeke ji navçeya Şêran û Celebiye sersaxî da malbata şehîd Nîhad Musa, Hisên Keno, Îsmaîl Mihemed û Hisên Ebdo. Şandeyeke ji navçeya Qenayê sersaxî da malbata şehîd Mihemed Walî û şehîd Heysem Mihemed.

Tê bibîrxistin ku duh merasîmeke heybet ji bo oxirkirina 12 şehîdan li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hat lidarxistin.

(şx)

ANHA