​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn kujerên Yasmîn Ehmed girtin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê datayên sûcê qetilkirina Yasmîn li Minbicê eşkere kirin, kujer û kesên li ser wî sûcî vedişartin jî girtin.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn kujerên Yasmîn Ehmed girtin
30 ÇILE, 2022   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî sûcê qetilkirina zaroka 5 salî Yasmîn Ehmed, daxuyaniyek da û tê de ev hate gotin:

 "Roja pêncşama derbasbûyî gelê bajarê Minbicê li ser agahiya qetilkirina zaroka 5 salî ku bi alaveke tûj (kêr) hate qetilkirin, hişyar bû. Bi wê re yekser endamên Antî-Teror ên Minbicê li sedemên qetilkirinê geriyan. Li gorî data û îsbatan ku Antî-Terorê wergirtine ji wan jî ku zarok bi kêrê hatiye qetilkirin, her wiha bi hevrûkirina bi rapora tiba edlî re ew delîl hatin îsbatkirin û hêzên me kujer girtin, ew jî birayê wê ymezin û 2 xwişkên wê jî girtin. Ji ber ew sûc vedişartin. Piştî delîl û îsbatên hêzên me bi dest xistine wan li xwe mikur hat ku sûc kirine.  Her wiha di lêpirsînan de hate eşkerekirin ku kujer hişbir dibir û ji kesên edalet lê digire ku hişbirê dibe û difiroşe. Dê kesên hatine girtin sewqî komîteya lêpirsînê werin kirin."

(eh)

ANHA