ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-01-2022
31 ÇILE, 2022   00:00

-Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê civîna xwe ya salane li Reqayê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê şehîdên meha Çileyê li goristana Şehîdan bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêx û rûspiyên êlên Ereb diyar kirin ku êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa komployeke ku  ji aliyê Tirkiyê ve hatiye plankirin û  gotin: "Bi saya QSD'ê û hevgirtina gel ev komplo vala hate derxistin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bal kişandin li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê ku hemwextî êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgha Sînaayê zêde bûn û got: "Em ê heta dawiyê xaka xwe biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kantona Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên dermirovî, talankirina xweza û şûnwaran bênavber didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Olî ya Şedadê bang li civata navneteweyî kir ku helwesteke durist li hember çeteyên DAIŞ`ê nîşan bidin, her wiha bang li gelê herêmê kir ku piştgiriya QSD`ê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên kantona Şehbayê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, fikir û felsefeya rêbertî ji bo avakirina civakeke demokratîk, azad û çareserkirina dozên li Rojhilata Navîn, modela herî guncaw e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberên Meclisa Kantona Efrînê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin, ev êriş planeke ji bo zindîkirina çeteyên DAIŞ'ê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li kantona Hesekê beravên çemê Xabûr, wargeheke guncew a şînatiya sûs e. Gelek şêniyên Til Temirê wê derdixin da ku debara xwe bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA