'Êrişên li ser girtîgeha Sînaa û yên li ser Eyn Îsayê heman plan in'

Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê da zanîn ku êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê hate plankirin û hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsa pêk hatin.           

'Êrişên li ser girtîgeha Sînaa û yên li ser Eyn Îsayê heman plan in'
30 ÇILE, 2022   08:12
REQA- ALA EL-ELÎ

Têkildarî êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa, pê ve girêdayî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê ji ANHA'yê re axivîn.

Xûd El-Îsa êrişên terorîst ên li ser girtîgehê şermezar kirin û diyar kir ku ev êriş ji aliyê rêxistineke terorîst ve hatiye plankirin û komployeke navneteweyî bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Nirxandina zêdetir a raporên têkildarî êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeheke ku serçeteyên DAIŞ'ê tê de ne, îspat kir ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate plankirin û bi armanca zindîkirina DAIŞ'ê ye. Xûd El-Îsa her wiha got: "Armanc ji van êrişan revandina çeteyên DAIŞ'ê ji girtîgehan e. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ew êriş têk birin."          

Endama Kombûna Jinan a Zenûbya, Xûd El-Îsa da zanîn ku ew piştgiriya QSD’ê dikin ku tevahî herêmê ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin û bal kişand ser binketina komployên navneteweyî û wiha domand: "Em xwedî vîneke xurt in ku gelê xwe rizgar bikin ku di dema serweriya çeteyên DAIŞ’ê de rastî zilmê hatiye."             

' ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ HEMWEXTÎ ÊRIŞA DAIŞ'Ê PÊK HATIN '

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê Itîmed El-Ehmed da zanîn ku êrişên li ser navçeyên Eyn Îsa, Til Temir û hin herêmên din hemwextî êrişa li ser girtîgeha Sînaa pêk hat, ev îspat dike ku koordîneyek di navbera dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê de heye.

Itîmad El-Ehmed got, êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê û hewldana revandina çeteyên DAIŞ'ê ji girtîgehê, hewldanek ji bo zindîkirina DAIŞ'ê li herêmê bû.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbyaya Reqayê Itîmad El-Ehmed got ew hemû hêzên nakok ên li herêmê ku ji bo belavkirina fitne û şer dixebitin, red dikin.

Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqa û gundewarên wê bang li civaka navneteweyî kir ku helwesta xwe li hember van komên terorîst nîşan bide û piştgiriyê bidin QSD'ê da ku DAIŞ careke din zindî nebe û got: "Ev ne tenê erka Rêveberiya Xweser e, lê hemû cîhan berpirsiyar e."

 (dx)

ANHA