9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

​​​​​​​Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir di encama êrişên li sînorên parêzgeha Diyale de 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Hat gotin nasnameyên lubnanî li ser 3 ji wan bûn.

9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
30 ÇILE, 2022   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku artêşa Iraqê, polîsên federal û hêzên asîmanî yên Iraqê li devera Uzam a parêzgeha Diyalayê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek dane destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di encama operasyonê de 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, li ser 3 ji wan nasnameyên lubnanî hebûn û destê wan di kuştina 11 efser û leşkerên Iraqê de heye.

Her wiha hat diyarkirin di operasyonê de çend cihên ku çeteyan xwe tê de vedişartin jî hatine xerakirin.