Beşîr Mele Newaf: Dewleta Tirk bi girtinan nikare Kurdan biçewisîne

Beşîr Mele Newaf diyar kir ku dewleta Tirk hemû pîvanên navneteweyî binpê dike û got "Dixwaze bi girtinê Kurdan biçewisîne, lê ev yek ne pêkan e, ji ber ku îradeya Kurdan bi girtinê nayê şikandin.”

Beşîr Mele Newaf: Dewleta Tirk bi girtinan nikare Kurdan biçewisîne
29 ÇILE, 2022   04:17
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi destê dewleta Tirk a faşîst gelek binpêkirinên li dijî mirovahiyê pêk tên, bi taybet li ser girtiyan. Girtiyên nexweş û temenmezin tedawî nakin. Herî dawî girtiyê bi navê Ramazan Tûran (70) di hucreya yekkesî de şehîd bû.

Bi rêya nameyan girtî banga serbestberdana girtiyên nexweş dikin. Di nameyekê de ku girtiyên di girtîgeha Edîrneyê ya dewleta Tirk de şandibû, hatibû gotin ku “Her gav dibe ku em bimirin” û îşaret bi astengkirina tedawiya girtiyên nexweş kiribûn.

Têkildarî mijarê rewşenbîr û nivîskarê Kurd Beşîr Mele Newaf ji ajansa me re axivî û da zanîn ku dewleta Tirk xwedî çandekê ye ku dikare dengên ne li gorî xwesteka xwe paşguh bike.

Beşîr Mele Newaf da xuyakirin ku ji destpêka damezirandina dewleta Tirk ve zîhniyeta wê li hember pêkhateyên Tirkiyê neguheriye û wiha got: “Alaveke dewleta Tirk ku dixwaze pê gelan bê deng bike, çêkirina zindanan e.”

Li gorî daneyên Wezareta Edaletê ya Tirk di 383 girtîgehan de 297 hezar û 726 girtî hene.

`QÎR Û BANGÊN JI ZINDANA AMADÊ DENG VEDA`

Beşîr Mele Newaf bal kişand ser berxwedana zindana Amedê û got: “Zehmettirîn qonaxa ku dewleta Tirk pê re rû bi rû ma; berxwedana zindanan bû. Bi taybet di salên 1980`yî de li hember derbeya Kenan Evren bû. Dewleta Tirk baş dizane ku tevgereke mîna PKK’ê dê li gorî hişmendiya wan tev negere.”

Mele Newaf wiha pê de çû: “Zindana Amedê yek ji nimûneyên wan zindanan e ku dewleta Tirk çi qasî êş û îşkence bi armanca bêdengkirina azadîxwazan xwestiye li Kurdistanê pêk bîne. Lê em dibînin ku qîr û bangên ku ji wan zindanan derketin roleke mezin lîst, ew zindan bûn dibistanên azadî, rûmet û serxwebûnê. Rûxmî hemû îşkenceyan jî me dît ew qas deng veda.”

`YÊN KU TEVLÎ AKP`Ê NEBÛN 90 ZINDAN JI WAN RE HAT AVAKIRIN`

Beşîr Mele Newaf destnîşan kir ku ji salên 1980`yî ve gelek desthilat li Tirkiyê guherîn û tevan jî ev sûc kirin û xwestin Kurdan bi asîmîle bikin û bi desthilata AKP`ê re bi navê misilmaniyê xwestin bandora xwe li ser tevahiya Rojhilata Navîn bikin.

Mele Newaf da zanîn ku di 2015`an de derbeyeke leşkerî hate plankirin û bi hinceta wê nêzî 90 zindan hatin çêkirin. Kesên muxalîfê Erdogan, nêzî 120 hezar kesî, niha di wan zindanan de ne.

Li gorî bîlançoya sala 2020`an a Konseya Ewropayê, Tirkiyê di warê hejmara girtiyan de di rêza yekemîn de ye.

‘12 HEZAR ENDAMÊN HDP’Ê GIRTÎ NE’

Beşîr Mele Newaf wiha got: “Pê ve girêdayî girtiyên tevgera rizgariya Kurdistanê ku niha di zindanên dewleta Tirk de dîlgirtî ne. Her wiha nêzî 12 hezar endamên HDP`ê girtî ne.”

Di 21`ê Çileyê de Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi rêya raporekê diyar kiribû ku li girtîgehên dewleta Tirk bi kêmanî 231 girtiyên nexweş hene û rewşa 38 girtiyan giran e.

Mele Newaf bal kişand ser berxwedana girtiyan û wiha dewam kir: “Rêberê gelê Kurd nimûneya yekemîn e ku îro di zindanên Tirkiyê de ye. Di milê siyaseta Kurdan de bandora xwe kir. Hem jî bandoreke mezin li cîhanê bi tevahî kir. Ev jî dide xuyakirin ku dewleta Tirk di zindanan de nikare Kurdan biçewisîne; berovajî vê yekê kesên dikevin zindanan, wek mamoste û rêberên vî gelî jê derdikevin.”

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999`an ve di zindana Îmraliyê de girtî ye, heta niha jî tecrîdeke giran li ser tê meşandin, serdanên malbat û parêzerên wî tên astengkirin.

2 HEZAR Û 540 CARAN MAFÊN GIRTIYAN HATIN BINPÊKIRIN

Beşîr Mele Newaf destnîşan kir ku dewleta Tirk gelek sûcan li dijî mirovahiyê dike, mafên mirovan binpê dike û wiha got: “Gelek delîl hene ku înfazên cezayê dîlgirtiyên tevgera rizgariya Kurdistanê hatine şewitandin.”

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 26`ê Çileyê de têkildarî rewşa girtiyan li Tirkiyê raporek weşand û li gorî raporê li 20 girtîgehan di nava 3 mehên borî de 2 hezar û 540 carî mafên girtiyan hatine binpêkirin.

Her wiha Beşîr Mele Newaf got: “Dewleta Tirk di bin siya bêdengiya giştî de van sûcan dike, hêzên navneteweyî çavên xwe ji sûcên dewleta Tirk re digirin û ji bo berjewendiyên xwe tev digerin. Heke rojekê dosyayên bipêkirinê yên dewleta Tirk derkevin, dê hesab jê were xwestin.”

ANHA