​​​​​​​Şerê Kobanê.. Zayîneke nû ya gelê herêmê ye

Piştî çend salan ji tarîtiyê li herêma ku DAIŞ'ê ferz kiribû, Kobanê ji bo rizgarkirina bajarên bakurê Sûriyê û bidawîbûna DAIŞ'ê bû çirûska azadiyê, ji ber vê yekê serkeftina di şerê Kobanê de ji bo gelên herêmê bû vejînek.

​​​​​​​Şerê Kobanê.. Zayîneke nû ya gelê herêmê ye
27 ÇILE, 2022   01:47
KOBANÊ- MEYSA EKARÎ

Di 15'ê Îlona 2014'an de, çeteyên DAIŞ'ê hêzên xwe li derdora kantona Kobanê bi cih kirin û êrişî gundewar û bajarê Kobanê kir.

Hêza leşkerî û hejmara zêde ya DAIŞ'ê bandor li îradeya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) nekir. YPG û YPJ'ê bi lehengî li ber xwe dan û gelek şehîd dan, her wiha gelekan ji wan jî yên wekî şehîd Rêvan, Arîn Mîrkan, Baran Serhed, Êriş û Zozan çalakiyên fedayî pêk anîn û êrişên DAIŞ`ê têk birin.

26'ê Kanûna 2014'an roja rizgarkirina bajarê Kobanê bû. Piştî ragihandina rizgarkirina bajarê Kobanê, operasyonên leşkerî heta bi gundên kantonê dom kir û gund bi gund û bajar û bajarok li sê eniyên şer ên başûr, rojhilat û rojava hatin rizgarkirin.

Piştî çend mehan, YPG'ê hemû gundên Kobanê yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn dagirkirin, rizgar kirin.                       

JI KOBANÊ BER BI BAXOZ VE, PIŞTÎ TARÎTIYÊ ROJ HILHAT

Piştî rizgarkirina Kobanê, YPG û YPJ'ê herêmên derdora wê rizgar kirin û piştî rizgarkirina Kobanê ku di 2015`an de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hate damezirandin, hemleyên rizgarkirinê ji navçeya Sirînê dest pê kir û heta Baxozê dewam kir.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 15'ê Hezîrana 2015'an de kantona Girê Spî ya ku 60 km dikeve rojhilatê bajarê Kobanê rizgar kir, piştre navçeya Eyn Îsa ya ku ji aliyê başûr ve 70 km dûrî Kobanê ye di 22'ê Hezîrana 2015'an de rizgar kir.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 26'ê Kanûna 2015'an de bendava Tişrîn rizgar kir û piştre di 12'ê Tebaxa 2016'an de piştî 73 rojan ji şer, bajarê Minbicê rizgar kir.

Di 17’ê Cotmeha 2017’an de Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel û Jin (YPG û YPJ ) bajarê Reqqayê rizgar kir û bi vî awayî şer berdewam kir heta ku hêzên leşkerî di roja 23’yê Adarê 2019`an de Baxozê DAIŞ’ê têk bir.

Her kes dizane ku çeteyên DAIŞ'ê şert û mercên dijwar li ser hemû herêmên ku dagir kiribûn ferz kiribûn, ji ber vê yekê asta êş û azarên li wan herêman gihaşt asta herî zehmet, ji ber vê yekê rizgarbûna ji DAIŞ'ê ji bo her kesî wekî xewnekê bû.

Rizgarkirina Kobanê bandoreke erênî li gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê kir, bi taybet pêkhateya ereb, ku ji ber zilm û zordariya DAIŞ'ê zerar dîtibûn. Bi rizgarkirina herêmê û gelên wê ji DAIŞ’ê, gelên herêmê ji nû ve zindî bû.

`PIŞTÎ RIZGARKIRINA KOBANÊ HÊVIYÊN GELÊ HERÊMÊ CAREKE DIN VEGERIYAN`

/kr/uploads/files/2022/01/26/201444_-.webp

Di vê çarçoveyê de, hevserokê Meclisa Zagonsaz a herêma Firatê Mihemed Hemdan da zanîn ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemleyên rizgarkirinê de pêşwaziya QSD'ê kirin û tevlî rizgakirina hemû herêmên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn dagirkirin, bûn.

Mihemed Hemdan wiha lê zêde kir: "Piştî rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meclis, komîn û rêveberiyên herêmî hatin avakirin û gelê herêmê karîn herêmên xwe bi rê ve bibin û civaka Ereb jî xwe bi rêxistin kir."

Hemdan piştrast kir ku bajarê Kobanê bi hewldanên ciwanên xwe hovîtiya terora cîhanî ya DAIŞ'ê şikand û ji Kobanê hemleyên rizgarkirina hemû herêmên din hatin destpêkirin.

Mihemed Hemdan wiha bi dawî kir: "Piştî têkbirina DAIŞ`ê ango di dema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, rêxistinên sivîl, leşkerî, siyasî û xizmetguzarî hemû ji gelê herêmê ne bi taybet jinan piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ'ê karîn hemû mafên xwe bi dest bixin."

Piştî 5 sal ji şerê li dijî DAIŞ'ê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di aliyê erdnîgarî de DAIŞ ji holê rakirin, lê metrsiya DAIŞ'ê hîna jî bi dawî nebûye.             

(dx)

ANHA