ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-01-2022
27 ÇILE, 2022   00:00

-Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li rojavayê gundewarên Dêrazorê kongreya xwe ya salene ji bo hilbijartina serokat û mecliseke nû li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Kobanê bi boneya salvegera 7’an a rizgarkirina bajêr ji DAIŞ’ê û ya 8’an a damezrandina Rêveberiya Xweser a wê li Hola Firatê pîrozbahiyan li dar dixe. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê daxuyaniyek li pêş navenda tevgera ciwanan daxuyaniyekê ji bo salvegera rizgarkirina Kobanê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Dê alîkariyên mirovî ji hêla Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve li ser şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr werin belavkirin. Saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Koçber û şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr ên Hesekê, polîtîzakirina rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî ji doza mirovî re û alîkariya ji kesên hewcedar bi rêya herêmên hikumeta Şamê bi "bêheqî" wesif kir û got, ev alîkarî ne mumkin e bi rêya hikumeta Şamê bigihêje wan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Siyamend Welat got, destên hikumeta Şamê û rejîma Tirk di êrişên li dijî girtîgeha Sînaa de hene ku di girtîgehê de 5 hezar çeteyên DAIŞ`ê hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Dilsozên ji şêniyên Hesekê bi hevkariya HPC`ê bi awayekî zêde li bajar belav bûne da ku destekê bidin Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku parastina ewlehî û aramî û parastina taxên xwe ji êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ`ê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Piştî çend salan ji tarîtiyê li herêma ku DAIŞ'ê ferz kiribû, Kobanê ji bo rizgarkirina bajarên bakurê Sûriyê û bidawîbûna DAIŞ'ê bû çirûska azadiyê, ji ber vê yekê serkeftina di şerê Kobanê de ji bo gelên herêmê bû vejînek. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hiquqnasên ji bajarê Reqa diyar kir ku banga hikumeta Şamê ya "lihevkirin" xizmeta gelê sûrî nake û got, divê diyalogên di navbera gelê Sûriyê de werin lidarxistin, da ku çareseriyek ji aloziya Sûriyê re were dîtin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji çend salan ve hikumeta Şamê ambargoyekê li ser kantona Şehbayê ferz dike da ku projeya Rêveberiya Xweser tune bike û gel li dijî rêveberiyê bi hêrs bike. Ev jî hemwextî êrişên artêşa Tirk li ser herêmê, tê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rûspiyê eşîra Merasme ya Ereb Zîb Xelîf Dawûd diyar kir ku li dijî xeteriyên li herêmê, çi ji aliyê DAIŞ`ê be yan jî Tirkiyê û hikumeta Şamê be, gelê Dêrazorê piştevanên QSD`ê ne û got: "Tirkiye serê terorê ye, ji lewma divê civata navneteweyî sînorekî jê re deyne." (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

-Lêkolînera Foruma Rojhilata Navîn (MEF) Sînsiya Ferhat destnîşan kir ku destê gelek aliyên derve di serî de Tirkiyê û Qeter di êrişa DAIŞ`ê ya li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê de heye. Her wiha diyar kir ku aliyê sûd ji van êrişan digirin, Ixwan Muslimîn, DAIŞ, El-Qaîde û hikumetên destekê didin van rêxistinan in. (BI WÊNE)

KURDISTAN

-Lêkolîner û mamosteyê Beşa Zanistên Civakî ya Fakulteya Perwerdê ya Zanîngeha Îskenderiyê, destnîşan kir ku PKK`ê tevgereke rewa ye ne terorîst e, lê şaştiya mezin ew e ku hin dewletan navê wê xistin "lîsteya terorê".(BI WÊNE)

-Malbatên şehîdan ên herêma Efrînê teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker siyasetmedarên Kurd û kesên ku banga mafên gelê Kurd dikin digire, wan êşkence dike û got civaka navneteweyî dema behsa Kurdan tê kirin ne dibîne ne jî dibhîze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Sîham Şengalî diyar kir ku erdnîgariya Şengalê ji aliyê leşkerî û niştecihbûnê ve xwedî girîngiyeke dîrokî ye, di Şengalê de civaka êzidî pîvanên xweparastinê ji xwe re esas girtine û dewleta Tirk û hêzên din dixwazin bi rêya qirkirina êzidiyan serweriya Şengal bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA