‛Em li pişta QSD’ê ne û bang li civata navneteweyî dikin bi erka xwe rabe’

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Partiya Komunist a Kurdistanê û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku ew li kêlek QSD’ê ne û bang li tevahî hêzên neweteweyî kir ku piştevanê hêzên xwe bin.

‛Em li pişta QSD’ê ne û bang li civata navneteweyî dikin bi erka xwe rabe’
23 ÇILE, 2022   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Partiya Komunist a Kurdistanê û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî girtîgeha li Hesekê, berxwedana QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hember van êrişan daxuyaniyên cuda dan.

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê di daxuyaniya xwe de got: "Em Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, di demekê de piştgiriya xwe ji hêzên rûmet û şerefê (Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê) re radigînin ku li hember van êrişan sekînine, em bang li gelê xwe û hemû hêzên neteweyî dikin ku piştevaniya hêzên xwe bikin ku şehîd û birîndar di oxira aştî û azadî misoger bibe de dane. Em bêdengiya hin hêzên siyasî yên kurdî li hember vê komployê li dijî hebûna kurdî şermezar dikin."

Partiya Komunîst a Kurdistanê jî daxuyaniyek weşand û got: "Hişyarî, zanebûn û hevgirtina hemû pêkhate û etnîkên li herêmên rêveberiyê, di serî de pêşengên QSD`ê, YPJ, YPG û Asayîş û her wekî din, dikarin planên bi armanca têkbirina ewlehî û îstiqrara gelên me yên ku baweriya xwe bi Rêveberiya Xweser anîne, têk bibin."

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên terorîstane şermezar kir, her wiha bang li civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku li hember dosya DAIŞ`ê ya Sûriyê û herêmê bi erka xwe rabin.

Meclisê got: "Hebûna vê rêxistinê wekî bombeya li ber teqînê ye û xeterê li ser herêmê û cîhanê tevdî çêdike."

Meclisê di daxuyaniyê de bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku û wiha got: "Ji şaneyên rêxistina terorîst, hişyar bin û piştgiriyê bidin QSD`ê, da ku plan û komployên bi armanca têkbirina ewlehî û îstiqrar, jiyana hevbeş û hevgirtina pêkhateyan a li ser bingeha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk biçin."

ANHA