ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN  A 24-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN  A 24-01-2022
24 ÇILE, 2022   00:00

Berdevkê QSD’ê Aram Hena da zanîn ku şaneyên DAIŞ’ê yên êrişî girtîgeha Xiwêran kirine, piştevaniya leşkerî ji herêmên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin wergirtin û soza parastina ewlehiya herêmê û şêniyan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Eyn Îsa li dijî planên dewleta Tirk a dagirker, israr û berxwedana xwe nîşan da, di heman demê de bêdengiya civata navneteweyî û Rûsya "Garantor" ya li hember van êrişan, rexne kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakiya li deriyê sînor ê Sêmalkayê ku 111 rojan dewam kir, rastiya xiyaneta PDK'ê ji raya giştî û gelê Kurd re raxist ber çavan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi diruşmeya "Rêveberiya me nasnameya me ye, hêzên me serferaziya me ne, partiya me hêviya me ye"Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê  kongreya xwe ya duyemîn li parka Mişwar a li Reqayê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên diyar kir ku di navbera gelek aliyên ku hewl didin DAIŞ’ê zindî bikin de koordîna heye û bang li welatan kir ku li dijî kesên ku piştgiriyê didin çeteyan tev bigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Lêkolînerê siyasî yê misirî, Îslam Fikrî Necmedîn got, êrişa çeteyên DAIŞ'ê li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê, pêwîstî bi çavdêriya hewayî û gelek tîmên şopandinê heye, ji ber aliyekî din jî di vê mijarê de heye ku destekê dide DAIŞ’ê da ku parêzvanên girtîgehê derbas bike û çeteyan derxe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Dr. Ragihandina Siyasî li Lubnanê Xalid Izî diyar kir ku kongreya diyaloga kurdî-erebî ya li Urdunê hate lidarxistin, bi armanca avakirina têkiliyên di navbera van her du aliyan de ye. Izî îşaret bi rola rewşenbîran a destpêkirina diyaloganên di navbera her du aliyan de kir û got: "Nîqaşên wiha têgehên nû derdixin holê, da ku têkiliyên stratejîk û girîng pêşbikevin." (BI WÊNE).

- Hevserokê MSD’ê Riyad Derar da zanîn ku êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê plankirî, koordînakirî û amadekirî bû. Armanc ji wan êrişan QSD’ê û hêzên ewlehiyê reş bikin. Her wiha got, hemwextî wan êrişan, êrişên dewleta Tirk balkêş bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Organîzatorên Astanayê (Rûsya, Tirkiyê û Îran) ji sala 2017`an ve navê "Garantor" li xwe kirin, lê di rastiyê de wan herêmên Sûriyê kirin eniyên şer. Li gorî berjewendiyên xwe demografiya wê diguherin. Encamên civînên wan di jiyana gelê Sûriyê de ku bi tirs rewşê dişopînin diyar dibe û pirs dikin ku di gerên pêş de dê çi li welatê wan biqewime. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Di salvegera 4`emîn a êrişên artêşa Tirk li ser Efrînê de, divê mirov li sedema metirsiya heyî binêre, ji ber ku bi avakirina dewleta Tirk ji avahiyên terorê yên li hemû bakurê Sûriyê ve, sînordar nemaye, lê ji ber ku endama NATO`yê ye û vê yekê bi erêkirina dewletên Ewropa dike, ji lew re divê mirov vê rewşa baş binirxîne.

ANHA