Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan îstifa kir

Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li welatê wî gelek pirsgirêkên siyasî hene û ji bo destwerdanê li van pirgirêkan bike ne xwedî amûrên pêwîst e.

Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan îstifa kir
23 ÇILE, 2022   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Sarkisyan diyar kir ku ne xwedî wê hêza Destûra Bingehîn e ku bikaribe pirsgirêkên navxweyî û derveyî welat çareser bike û hin derdoran wî û malbata wî hatine hedefgirtin.

Sarkisyan, destnîşan kir ku ev pirsgirêk bandoreke neyênî li tenduristiya wî dikin û got: “Demeke dirêj fikirîm û piştî 4 salan ji erka serokkomariyê min biryar da, ku ji peywira xwe îstifa bikim. Ev biryar ne biryareke hestiyarî ye, di çarçoveya fikirînekê de hatiye girtin.”

Sarkisyan, di sala 2018’an de hatibû hilbijartin û dema wî ya serokomariyê di sala 2025’an de bi dawî dibû.