Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Efrînê çalakî hatin lidarxistin-HATE NÛKIRIN

Bi rasthatina salvegera 4`an a destpêkirina êrişan li ser Efrînê li Qamişlo, Kobanê, Minbic, Tebqa û Til Birakê meşên girsey li dar ketin. Şêniyan bang kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê derkeve û şêniyên wê yên resen vegerin warên xwe.

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Efrînê çalakî hatin lidarxistin-HATE NÛKIRIN
20 ÇILE, 2022   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi rasthatina salvegera 4`an a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê şêniyên Kobanê îro meşiyan.

Meş ji Qada Jina Azad destpê kir û li Qada Aştiyê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Kobanê Sultane Efrîn axivî û got: “Divê dewletên cîhanê li hember bûyer û sûcên domdar ên li Efrînê pêk tên, xwedî helwestên cidî bin.”

Sultane Efrîn berxwedana şêniyên Efrînê ya li hember dewleta Tirk a dagirker silav kir û ev diyar kir: “Berxwedana li Kobanê dê bibe rêya rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî.”

Di mitîngê de hevserokê Meclisa Navçeya Sirînê Mihemed Selman axivî û piştrast kir ku gelê herêmê piştgiriya gelê Efrînê û herêmên dagirkirî dikin.”

Selman têkildarî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike got: “Bi saya ciwanên xwe em hene û li hember dagirkeran li ber xwe didin. Ew bi van hewldanan armanc dikin timayên xwe li ser hesabê gelê herêmê vejînin.”

MINBIC

Meşa li Minbicê bi tevlêbûna bi sedan şêniyan ji çerxerêya Mîzan destpê kir û li kolana El-Wadî rawestî.

Di meşê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo axivî û got dagirkeran bi armanca tunekirina giyana demokratiyê li herêmê êrişî Efrînê kir.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û got: Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dê berxwedana xwe temam bikin heta ku axa dagirkirî bi temamî rizgar bikin.

Endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Minbicê Hala El-Hesen got: Piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir, bajar ji herêmeke ewle veguherî herêmeke nearam û tev li hev. Di 4 salan de dewleta Tirk sûcên hovane pêk anîn, demografiya wê guhert û siyaset tirkkirinê li dijî wê meşand.

TEBQA

 Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji çerxerêya El-Hadirî destpê kir û li Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya rawestî.

Piştre Meclisa Sivîl a Tebqayê daxuyaniyek da. Hevserokatiya meclisê Sêvîn Hemo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Efrîn xwe komên tundraw parast û zêdetirî 300 hezar koçberên ji deverên din revîne hemêz kir.

TIL BIRAK

Şêniyên navçeya Til Brakê bi boneya 4’emîn salvegera destpêkirina êrişên li ser Efrînê meşek li dar xist. Meş ji rojavayê navçeya Til Brakê dest pê kir û li çerxerêya Şehîdan rawestî.      

Hevseroka Meclisa navçeya Til Brakê, Emîne Xilêf hovîtiya dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: "Pêvajoyên guhertina demografiyê, koçberkirina gelê Efrînê, tirkkirina herêmê û talankirina milk û şûnwaran, berdewamiya hovîtiya DAIŞ'ê ye.”

Emîne Xilêf piştrast kir ku pêwîste gelê Sûriyê li dijî her destdirêjiyekê, bi hemû pêkhateyên Sûriyê hevgirtina xwe ava bike. 

QAMIŞLO

Şêniyên Efrînê yên li Qamişloyê dimînin, şêniyên Qamişloyê, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Tevgera Komûnîst a Şoreşger û Kombenda Efrîn a Civakî tevlî meşa şermezarkirina êrişa li ser Efrînê bûn.

Meş ji kolana Mûnîr Hebîb a li bajêr dest pê kir û li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) rawestiya. Li pêşiya avahiyê endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û şêniya ji Efrînê Daliya Menan axivî û diyar kirin ku êrişên sala 2018`an li ser Efrîn pêk hatine, êrişên dagirkirinê bûn. Armanca wan êrişan hedefgirtina nasname û hevgirtina gelan li Efrînê bû, ev yek jî bi alîkariya hêzên navneteweyî pêk hat.

`BERXWEDANA EFRÎNIYAN BI DAWÎ NEBÛYE`

Axêveran diyar kir ku şêniyên Efrîn ji êrişan re bêdeng nema û seferberî ragihand û got: “Berxwedana Serdemê peyama xwe gihand aliyê peywendîdar, ku gelê xwedî li felsefeya rêber Abdullah Ocalan derketiye dagirkirinê qebûl nake. Bi dagirkirinê re berxwedana şêniyên Efrîn bi dawî nebûye.”

Axêveran destnîşan kir ku sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê li dijî çand û şûnwarên herêmê dewam dikin û gotin bi hevgirtina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê hemû herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.

Di mitîngê de Kombenda Efrîn a Civakî daxuyaniyek da. Endama Kombendê Emîna Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku beriya dagirkirina Efrîn, şêniyên wê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi awayekî hevgirtî û aştiyan e dijî. Rêveberiya Xweser a ku di nava xwe de hemû pêkhateyan dihewand, ev rewş li kêfa hikumeta AKP`ê nehat lewra bi hiceta avakirina herêmeke ewle şerekî qirêj li dijî xelkê Efrînê destpê kir.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser ser berxwedana YPG û YPJ û wiha hat gotin: “Bi hezaran qehremanan xwîna xwe li ser çiyayên Efrînê rijand. Dewleta Tirk û çeteyên wê heta piştî 58 rojan nikarîbû Efrîn dagir bike.”

Meş bi slogana “Bijî Berxwedana Efrînê” bi dawî bû.

REQA

Bi hezaran şêniyên Reqayê ji Qada Îtfaîyê (Agirkujê) dest bi meşê kir. Şêniyên pankartên "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Bi berxwedana gelê xwe em ê Efrînê rizgar bikin" û wêneyên şehêdên Berxwedana Serdemê hildan bûn.

Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Azadî "Neîm" rawestiya. Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.

Bi navê Meclisa Gel a Reqayê Malik El-Herîr axivî, êrişên li ser Efrînê û sûcên ku li dijî şêniyên wê têne kirin, şermezar kir. El-Herîrî diyar kir ku planên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ji her kesî re eşkere ne.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Şemis Salih jî axivî, soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Em ji Erdogan û çeteyên wî re çogê danayînin."

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê, fermandar Feysel Salim êrişên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: "Em deyndarê xwîna ciwanên Efrînê ya li ser xaka Reqayê û soza me vî deynî vegerîin."

Salim her wiha got: "Em ê Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, tevahî herêmên ku ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin rizgar bikin, bi ked û xwîna şehîdan em ê biserkevin."

(şx-bx)

ANHA