Li dijî dagirkerî û qirkirinê Berxewdana Serdemê didome - 3

Împaratoriya Osmanî û piştî wê dewleta Tirk, 2 sed sal e ku bêyî alîkariya hevkaran nekarîn serhildan û şoreşeke Kurdan tune bikin. Ev rewş heta niha jî didome. Rola ku ENKS li Rojava pêk tîne, berdewama xeta nokeriyê ye ku ji sedan salan ve berdewam dike.

Li dijî dagirkerî û qirkirinê Berxewdana Serdemê didome - 3
19 ÇILE, 2022   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Mîsyona ENKS’ê; berdewamkirina xeta xiyanetê

Yekemîn xiyaneta di dîrokê de hate qeydkirin; xiyaneta Enkîdo ya li serdarê daristanê Humbaba bû, xiyaneta Herpetikos li mamê xwe împaratorê Medyayê. Dema Peymana Lozanê jî Mustefa Kemal Ataturk, Hesen Xeyrî bikar anî. Dîsa jî xiyaneta Diyab Axa li eşîrên Kurdan di sala 1919`an de, xiyaneta Rêber li mamê xwe Seyîd Riza di sala 1938`an de. Di serdema me de jî ENKS nûnertiya xeta xiyanetê dike. ENKS ji aliyê PDK û îstixbarata dewleta Tirk ve hate avakirin da ku destkeftiyên Kurdan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

ENKS di sala 2011`an de hata vekirin û tê de 11 partî hebûn. Ji aliyê 5 partiyan ve anku ji aliyê 5 kesan tenê ve tê rêvebirin. Kesên ku ENKS'ê bi rê ve dibin ev in, ji Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê Siûd El-Mele, Partiya Demokrat a Nîştimanî ya Kurdî Tahir Sifûk, Partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurdî Nehmet Dawûd, Partiya Çaksazî ya Kurdî Feysel Yûsif û Partiya Yekitî ya Kurdî ya Sûrî Îbrahîm Biro.

Rêveberên her pênc partiyan wekî alav di destê îstixbaratên dewleta Tirk de ne û dewleta Tirk destekê dide wan. Wan kesan hemû hewldanên bi armanca avakirina xîtaba Kurdên Rojava asteng kirin. Her wiha destek dan komên çete ku pê li ala herêma Kurdistanê kir, dema derbasî hin taxên bajarê Serêkaniyê di sala 2012`an de bûn. ENKS, PDK û dewleta Tirk aliyên yekemîn bûn ku li hember projeya Rêveberiya Xweser sekinîn ku di 21`ê Çileyê 2014`an de hate ragihandin.

BERIYA ÊRIŞA LI SER EFRÎNÊ

Beriya ku dewleta Tirk êrişî kantona Efrînê bike di 20`ê Çileyê 2018`an de, Îbrahîm Biro di Tîrmeha 2017`an de li bajarê Cerablusê bi serçeteyên girêdayî dewleta Tirk re civiya. Di civînê de amadekariyên êrişa li ser Efrînê û mekanîzmaya pêkanîna êrişê hate nîqaşkirin. Nakokî di navbera Îbrahîm Biro û rêveberên din ên ENKS`ê de derketin. Ji ber ku Îbrahîm Biro bêyî agahiya rêveberiya ENKS`ê beşdarî wê civînê bûbû. Li gorî agahiyan, Îbrahîm Biro agahî da rêveberiya ENKS`ê yên red kirin ku tev li civînê bibin ku beşdarbûna wan li gorî perspektîfên ji PDK`ê û Barzanî bû û ev jî piştî civîna wî ya bi berpirsên AKP`ê re hate kirin.

Her wiha li bajarê Dîlokê civîneke din a îstixbarata dewleta Tirk bi beşdarbûna endamên ENKS`ê hate lidarxistin. Piştî êrişa li ser bajarê Efrînê û di civîna ku di 18`ê Adarê de li Tirkiyê hate lidarxistin, "Meclisa Herêmî ya Efrînê" hate ragihandin. Hesen Şindî wek serok jê re hate erkdarkirin. Şindî jî endamê Partiya Azadî bû ku yek ji partiyên ENKS`ê bû û di sala 2014`an de bi Partiya Yekitî ya Kurdistanî re bû yek da ku Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê ava bike.

Avakirina "Meclisa Herêmî ya Efrînê" ji kiryara Ataturk a sala 1923`yan dema Peymana Lozanê ne dûr e ku xewna avakirina statuya kurdî ya serbixwe tune kir. Berpirsên ewropî red kir ku peymanê îmze bikin û got "Gelê Kurd û xaka Kurdan li rojhilatê Tirkiyê heye, wê çi bi serê wan de were heke em vê peymanê îmze bikin?''. Ji ber wê jî Ataturk gazî li Hesen Xeyrî kir ku cîgirê waliyê Dêrsimê bû da ku cilên kurdî li xwe bike û bi hev re biçin parlamentoya Tirkiyê da ku ji rojnamevan û şandeyên biyanî re eşkere bike ku hikumeta Tirkiyê itîraf bi neteweya Kurd, ziman û çanda wî kiriye. Paşê Ataturk ji Hesen Xeyrî xwest ku peyameke wekî wê bişîne Lozanê. Hesen Xeyrî peyman şand û li gorî wê hikumetên Ewropayê Peymana Lozanê îmze kir.

KOMÊN ÇETE YÊN KU BEŞDARÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI SER EFRÎNÊ BÛN

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20`ê Çileyê 2018`an de êriş li ser kantona Efrînê da destpêkirin, nêzî 6 komên çete yên girêdayî ENKS`ê tev li êrişan bûn; Tabûra Azadî ya bi serkêşiya Azad Şabo, Tûgaya Şehîd Mişel Temo ya bi serkêşiya Ebû Meryem El-Heskawî, Siqûr El-Ekrad girêdayî Firqet El-Hemzat, Lîwa Selahedîn a bi serkêşiya Mihemed Hewaş, El-Cebhe El-Kurdiye. Di encama êrişan de piraniya niştecihan neçarî koçberiyê bûn. Berê xwe dan herêma Şehbayê û li kampên ku piştî koçberiya bi darê zorê hatin avakirin, xwe bi cih kirin. Dewleta Tirk zêdetirî 40 hezar kes li şûna niştecihên resen ên Efrînê bi cih kirin. Hin ji wan ji koçberên Xûta Rojhilat a gundewarên Şamê ne.

Piştî berxwedaneke mezin a 58 rojan a YPG û YPJ`ê li hember êrişên dewleta Tirk, Efrîn hat dagirkirin. Piştî wê ENKS'ê daxuyanî da û tê de wiha got: “Ya hişt rewş aloztir bibe, israra PYD`yê ye ku bi tenê şer bike, şer bi kar bîne heta ku şer gihaşt navenda bajêr û artêşa Tirk derbasî bajêr bû. Komên çekdar ên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyê ketin Efrînê. Ji ber wê pêlên nû yên koçberiyê çêbûn ku piraniya wan jin, zarok û kal bûn. Hemû di bin baran û sermayê de ber bi çolan û zeviyan ve koçber bûn.”

Endamê Partiya Yekitî û endamê ENKS`ê Fuad Elîko di 22`yê Adara 2018`an de ji televîzyoneke girêdayî PDK`ê re axivî û got: “Artêşa Tirk ji rejîma Sûriyê dilbirehmtir e. Efrîn bi temamî aram e û tu pirsgirêk tê de tune ne. Sivîl vedigerin malên xwe. Dizî mîna ku tê gotin, tune ye.” Her wiha dagirkirina Efrînê bi “rizgarkirinê” bi nav kir û îdia kir ku bi dehan şêniyên Efrînê vegerîn malên xwe. Mal sererast kirin û jiyan mîna berê vegeriyaye. Lê wî behsa komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêk anîne, nekir.

Îbrahîm Biro jî di Nîsana 2018`an de di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: “Efrîn berê girtîgeheke mezin bû dema di bin kontrola yekîneyên Kurd de bû. Tu komên leşkerî yên ENKS`ê li Efrînê tune ne.”

Piştî dagirkirina Efrînê, artêşa Tirk a dagirker hovanetirîn komkujî li dijî gelê Efrînê pêk anîn, cihên olî, goristanên şehîdan, cihên giştî û şûnwar wêran kirin. Ruxmî wê jî rêveberên partiyên ku ENKS`ê kontrol dikin, her tim hewl da dagirkirina Efrînê meşrû bikin. Ebdulhekîm Beşar ku rêveberekî Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê û nûnerê ENKS`ê û cîgirê serokê Îtîlafa Nîştimanî ye, di Tîrmeha 2021`an de pêkhatina komkujiyan li Efrînê wek derew bi nav kir. Her wiha QSD`ê bi pêkanîna sûcan tawanbar kir.

Endamê Komîteya Siyasî ya Yekitî Ebdullah Gedro di Mijdara 2020`an de, serdana gorên çeteyên dewleta Tirk kir ku bi cenazeyên şehîdan lîstin, gelek sivîl kuştin û mal û milkên efrîniyan talan kirin.

Heta niha dewleta Tirk destûr nedaye ENKS`ê ku nivîsgehên xwe li Efrînê veke. Di daxuyaniyên wê de jî ku aliyê MÎT`a Tirk ve tên hazirkirin, nikarin bi xerabî behsa dewleta Tirk bikin. Heke gotibe jî, îstixbarat yekser mudaxele dike. Daxuyaniya dawî ya Siûd El-Mele jî mînaka wê ya herî berbiçav e.

Serokê ENSK`ê Siûd El-Mele di panelekê de ku di 10`ê Kanûnê de li Qamişloyê hate lidarxistin got, dijminê sereke yê gelê Kurd, dewleta Tirk e. Endamên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" jî çete ne. Piştî wê daxuyaniyê rêveberên ENKS`ê daxuyanî da û got “Ev nêrîneke şexsî ye.”

PDK Û XWEŞIKKIRINA ÇETEBÛNA SIYASÎ

Ji bo xweşikkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û veşartina sûcên hatine kirin û hîna tên kirin, PDK`ê roleke mezin lîst. Hem di çapemeniyê û hem jî di pêşwazîkirina kujerên gelê Kurd de. Di Sibata 2019`an de serokê PDK`ê Mesûd Barzanî şandeyeke Desteya Bilind a Dan û Standinên Sûriyê bi serokatiya Nesir El-Herîrî, Îbrahîm Biro, Ebdulcebar El-Igêdî, Hewas Egîd, Ruba Hebûş û Qasim El-Xatîb pêşwazî kirin. Ev kes eniyên siyasî yên komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker in û hevkarî bi dewleta Tirk re kirin da ku Efrînê dagir bikin û komkujiyan li dijî gelê wê pêk bînin û koçber bikin.

`TU TÊKILIYA WAN BI KURDEWARIYÊ RE TUNE YE`

/kr/uploads/files/2022/01/18/200546_img_0631.webp

Rojnamevan Seyît Evran têkildarî siyasetên ENKS`ê li Sûriyê ji ajansa me re axivî û got: “Ev ne meclis e û ne jî nîştimanî û ne jî kurdî ye. Tu têkiliyan wan bi kurdewariyê re tune ye. Komên girêdayî wê Tabûra Selaheddîn û Azadî tev li êrişên li dijî taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê bûn.”

Evran diyar kir ku beriya êrişên DAIŞ`ê yên li dijî kantona Kobanê sala 2014`an, dewleta Tirk Fuad Elîko ku li Stenbolê dimîne, şand Kobanê. Piştî vegerê, wî koordînatên têkildarî nuqteyên şervanan gihandin dewleta Tirk a dagirker û ragihand ku piştî DAIŞ’ê Kobanê kontrol bike, wan derdora 400 çete hazir kirine ku derbasî Kobanê bibin.

`ENKS BERDEWAMA XETA HERÎTKOS E`

Rojnamevan Evran got, xiyaneta ENKS`ê dema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê diyar bûn û wiha domand: “Gelek ji wan li Tirkiyê bûn û bi awayekî yekser bi Tirkiyê re hevkarî dikirin mîna Hesen Şendî û Subhî Riziq ên ku heta sala 2015`an li Efrînê bûn.”

Der barê dûrahiya dîrokê ya xeta xiyanetê de Evran got: “Ji bo naskirina xeta ENKS`ê divê em vegerin dîroka Kurdistanê. Du xet hene; berxwedan û xiyanet. Xeta xiyanetê ji Împaratoriya Medyayê dest pê kir. Dema Harpagos Pars anîn da ku êrişî apê xwe împaratorê Medyayê bike. Harpagos hêzên din bi kar anîn da ku gelê xwe tune bike. Xeta ENKS`ê xeta Harpagos e ku bi rêya dijminan êrişî gelê xwe dike. Xeta xiyanetê ya li dijî şoreşên Kurdan, di dîrokê de pirî caran bi ser diket û şoreş tune bûn. Mînak; şoreşa Koçgiriyê. Di wê şoreşê de yê ku Elî Şêr û Zerîfe radestî dijminan kiribûn, kurapê Elî Şêr bû. Yê xiyanet li Şêx Seîd kir jî kurapê wî bû. Yê Seyît Riza radestî dijmin kiriye, kurapê wî Rêber bû.”

Seyît Evran piştrast kir ku bi derketina Tevgera Rizgariya Kurdistanê re xeta berxwedanê li ser xeta xiyanetê bi ser ket û wiha berdewam kir: “Mînaka wê jî ruxmî xiyaneta ENKS`ê û hevkariya wan bi dijminên gelê Kurd re, lê li Rojava gelek serkeftin pêk hatin.”

Niha jî rêveberên ku ENKS`ê kontrol dikin, propagandayê dikin ku şêniyên Efrînê yên koçber bê garantî vegerin bajêr. Armanca sereke jî nixumandina sûcên li Efrînê ye.

(bx-şx)

ANHA