​​​​​​​Zeyneb Mihemed: Kongra Star li du eniyan şer dike

Zeyneb Mihemed da zanîn ku Kongra Star li du eniyan şer dike, ji aliyekî ve şerê gef û êrişên bênavber ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û ji aliyekî din ve jî şerê zihniyeta desthilat a beriya 5 hezar sal dike.  Her wiha bang li jinan kir ku têkoşîna xwe xurt bikin.  

​​​​​​​Zeyneb Mihemed: Kongra Star li du eniyan şer dike
19 ÇILE, 2022   04:20
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Ji 17 salan ve Kongra Star digel rewşên dijwar xebatê dike ku xwe bigihîne tevahî jinên li herêmê û herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine. Armanca wê wan biparêze. Xebata wê ne tenê di çarçoveya zanakirinê de ma, lê belê derbasî dîtina çareyên guncaw ji bo dozên wan bû.

Ji aliyê dîplomatîk ve Kongra Star xebatên xwe li ser astên herêmê û navneteweyî ve fireh kirin û hewl dide bi rêya lidarxistina kongre û serdanan têkiliyên xwe bi rêxistinên jinan re doz û dosyayên girêdayî jinan parve bike. Li ser vê yekê ajansa me hevpeyvînek bi endama Nivîsgeha Têkilî û Peymanên Demokratîk a Kongra Star Zeyneb Mihemed re çêkir.

Hevpeyvîn wiha ye:

Di dirêjahiya salên damezrandinê de, rola ku Komîteya Têkilî û Peymanên Demokratîk a Kongra Star lîstiye çi ye, gelo karî bala gelek rêxistinên li cîhanê bikişîne?

Destpêkê, em salvegera damezrandina Kongra Star a 17’an li tevahî jinên têkoşer ku ji bo azadiya civaka xwe û avakirina civakeke exlaqî-polîtîk têdikoşin pîroz dikin. Kogra Star ku hewl dide bi rêya têkoşîna xwe civaka demokratîk û exalqî ava bike, kare berjewendiyên tevahî ferdên civakê pêk bîne.

Xebatên Komîteya Têkilî û Peymanên Demokratîk a Kongra Star ji salan ve bênavber pêk tên. Da ku xebat û çalakiyên xwe ji raya giştî re xuya bikin. Jinan karî ked û têkoşîna xwe di civakê de bi rêxistin bikin, roleke girîng di bilindkirina rihê têkoşîna şoreşgerî û sekna li dijî zihniyeta baviksalar de bilîzin. Ji ber vê yekê me xwest dengê jinan bilind bikin, bi taybet jina Kurd û wê bidin nasîn. Me hewl da çawa em bibin neynika xebatên jinan di şoreşê de. Mîna rêber Abdullah Ocalan dibêje; "Sedsala 21’an serdema rizgarkirina jinan e, sedsala ku jin tê de ji nû ve dest bi nivîsandina dîroka xwe ya azadiyê bi reng û pênûsa jinan bike, ye.

Kongra Star xebata li ser parastina jin û pêşxistina wê dike, her wiha wê di tevahî waran de xurt dike û girîngiyê dide wê ku bibe navenda biryardayînê. Kongra Star li Rojava û Sûriyê asta xebata xwe fireh kir, tevahîî jin hembêz kirin, mîna jinên Şam û Helebê. Îro jî bû rêxistineke jinan a aktîf ku tevahî jinên ji hemû gelan digire nava xwe, parastina maf û xwestekên wan ên jiyaneke birûmet dike. tevî di salên xebatê rûbirûyî gelek astengî û zehmetiyan hat, lê gihaşt qonaxeke ku tevahî rêxistinên jinan tev li wê bibin û bû çavkaniya rêxistina wan. Bo nimûne; Yekitiya Jinên Suryan, Meclisa Jinan a Sûriyê û tevgerên din ên jinan.

Di serdema rejîma Bassê de têkiliya me ewqas ne fireh bû. Ji ber ku li dijî Yekitiya Star zext hebûn. Lê bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re navê Yekitiya Star bû Kongra Star û xebatên wê fireh bûn, bi taybet di çend salên borî de.

Kongra Star dengê jinên Kurd û tevahî jinên Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê bilind kir, parastina maf û xwestekên wê li cîhanê û Rojhilata Navîn kir. Bi wê re dengê van jinan hat bihîstin û xwedî cihekî girîng di civakê de. Ew yek jî bi saya jinên YPJ’ê ku parastina axa Rojava kirine. YPJê`ê destanên qehremaniyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hwd nivîsandin.

Em dikarin bêjin di salên dawî de, rola jinan di sekna li hember çeteyên DAIŞ’ê de derket pêş, lê piştî têkbirina DAIŞ’ê ji aliyê erdnîgarî ve me hewl da rastiya jinan ji aliyên rêxistinî, siyasî, aborî, civakî, fikirî û naskirinê ve xuya bikin da ku dengê xwe bigihînin raya giştî û Rojhilata Navîn. Ew jî bi rêya serdanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve wê pêk werin. Ji wê zêdetir jî me şandeyên ji Kongra Star û gelek kesayetên jin ên serbixwe şandin gelek welatên Ereb û Ewropayê. Ew welat bi coş bûn ku rastiya jinên Rojava binasin û dixwestin bizanin çawa ew jin xwe bi rêxistin dikin.

Ne tişekî hêsan e ku civakeke ku li ser wê desthilata baviksalar hatibe ferzkirin, tu wê bidî îqnakirin. Lê bi têkoşîna jinan û israra wê li ser guhartina nêrîna civakê, gavên mezin di vî alî de hatin avêtin. Ji lew re ev hemû serdan û têkilî li ser bingeha zanîna rastiya jinên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin. Ji ber vê yekê me di salên borî de hewl da navendan ji Kongra Star re li gelek herêm û welatan vekin. Li Başûrê Kurdistanê, li Lubnan, Ewropa nivîsgehên me hene. Her wiha li tevahî welatên ku jin rastî heman zihniyeta çewsîner a desthilatdar tên nivîsgehên me hene, lê taybetmendiyên her dewletekê cuda ne.

Li aliyekî din jî, piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî di 9’ê Cotmeha 2019’an de me platfomek bi sernavê "Jin Rojava diparêzin" ava kir û li gelek dewletên Ewropa aktîf kir, mîna Spanya, Brîtanya, Almanya, Katalonya û Fransa. Ev platform roleke girîng di welatên Ewropa de dilîze, bi taybet da ku rastiya jinên Rojava û sûcên li dijî wê ji aliyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk tên, nemaze li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere bikin.

Ji destpêka damezrandinê ve, armanca Kongra Star eşkere bû ku ew jî rêxistinkirina jinan û nûnertiya wan di tevahî civînên navneteweyî de ye û heta niha xebata wê di vî warî de hene. Gelo astengiyên li hember we çi bûn, hûn çawa dinirxînin û hûn ê çawa ji van rizgar bibin?

Her xebatek tê kirin, bê guman dê gelek astegnî derkevin, çi xebatek bikeve xizmeta giştî yan jî xizmeta jinan bi taybet. Lê belê heke xebat bi taybet a jihan be, dê ji hêla zihniyeta baviksalar ku şerê jinan dike ve rastî gelek astengiyan were. Li gelek dewletan tevî hebûna peymanên li ser astên navneteweyî yên parastina jinan û mafên wan ji hêla dewlet an jî malbatê ve, lê em dibînin ku jin hîna rast tundiyê tên û nayên qebûlkirin. Heke me xwest em siyaseta mêr binirxînin, dema mêr dixwaze serweriyê bike û tiştekî hedef bigire, destpêkê jinan dike armanc. Ji ber wê yekê em dibêjin heke me xwest civakekê ava bikin, divê destpêkê em jinan li vê pransîbê rizgar bikin. Em dixwazin li ser vê pransîbê rêxistinên jinan çi li Rojhilata Navîn an li cîhanê dibe li ser vê yekê bixebitin. Bi wê re em dixwazin wê yekê bi civakê bidin nasîn da ku civaka exlaqî, rêxistinkirî û azad ava bikin.

Em dibêjin mêr bi awayekî mezin tundiyê li jinê dike, lê mixabin jin jî hîna negihîştiye wê astê ku bibêje ez vê jiyanê naxwazim. Divê ew guhartinên bingehîn di jiyana ku dijî de pêk bîne. Divê ji xwe de dest pê bike, dûvre guhartinên guncaw di civakê de bike. Ji ber dema em dibêjin divê zihniyeta civakê were guhartin, divê em ji xwe dest pê bikin. Heke me guhartin di xwe de çêkirin em ê bikaribin derdora xwe biguherin.

Lê belê ji aliyekî ve em astengiyên li hember guhartina zihniyeta mêr dikişînin û ji aliyekî din ve jî em li beramber guhartina zihniyeta jina klasîk a ku bi urf û adatên berê ve girêdayî ye zehmetiyan dikişînin. Ev ne tenê girêdayî jinên Rojava ye, ji salan ve em têdikoşin û me gelek gavên mezin avêtin, lê di hin mijarên girêdayî jinên Sûriyê yan jî Rojhilata Navîn û cîhanê de hîna jin negihîştine wê baweriyê.

Kongra Star hewl dide xwe bigihîne qonaxeke stratejîk û li ser vê bingehê têbikoşe. Jin bi salan e di oxira bidestxistina azadiya xwe de têdikoşin. Em jî xebata wê yekê dikin. Bo nimûne, piştî vekişîna Amerîka ji Efganistanê jin rastî tundiyê hatin. Bi wê re çavên jinên Efganistanê ber bi me ve bûn û hêviyên wan bi me mezin in. peyam ji me re şandin û têkilî bi me re danîn. Di wan peyman û têkiliyan de digotin em hêza xwe ji we digirin û banga piştgiriya we dikin. We çiqas piştgiriya me kir, em ewqas bi hêz dibin. Fikir û têkoşîna me ji bo tevahî jinên bindest ên li cîhanê îlhamek e.

Tevahî mijarên ku em dixwazin xwe bigihîninê, bi taybet ên girêdayî jinan, ne hêsan in. Ji ber pêdiviya wê bi hêz, israr û têkoşînê heye. Ji lew re divê em têkoşîna xwe bilind bikin, da ku bigihînin tevahî rêxistinên jinan. Di 2021’an de pandemiya Koronayê li pêş gelek mijaran bû asteng û hinekî jiyan rawestî, bi wê re gera ji welatekî ber bi welatekî din ve hate qedexekirin. Lê tevî wê jî şandeyeke Kongra Star serdana Tunisê kir û bi rêxistinên jinan re hevdîtin kir û nîqaşên dualî li ser esasê xurtkirina têkiliyan çêbûn.

Di 6’ê Adarê de, di çarçoveya xebata hevbeş a jinan de, jinên li Efganistan, Îran, jinên ereb û kurd kongreyeke hevbeş bi rêya onlinê li dar xist û bi wê re komîteyê biryarên kongreyê eşkere kirin.

Vê kongreyê hêviyên mezin dan jinên li welatanê ku em nikarin xwe bigihînin wan. Lê bi rêya vê kongreyê me karî xwe bigihanda gelek jin û kesayetan, me ew nas kirin, ji wê zêdetir nîqaş li ser çawaniya gurkirina xebatên me hatin kirin. Li ser vê yekê têkiliyên di navbera me de zêde û kûr bûn, fikir û felseya rêber Ocalan nas kirin û bi teşwîq xwestin fikirê rêber Ocalan zêdetir nas bikin.

Em dikarin bibêjin ku di çend salên borî de, me gavên cidî û mezin di aliyê xebata dîplomasî de avêtin, lê ev gav têrê nakin, divê em têkoşînê bilindtir bikin û hewl bidin armancên xwe pêk bînin da ku xebatê bi awayekî mezin û fireh bikin.

Kongra Star dîplomasiya xwe bi rêxistinên jinan re berdewam dike û serdanên li ser astên herêmê pêk tîne, gelo hûn dikarin xebatên we kirine ji me re eşkere bikin, we çi ji van serdanan bi dest xist û hûn gihaştin ku derê?

Kongra Star di serdanên xwe de, hevdîtin bi gelek parlamenter, kesayet û rêxistinên jinan re kirin, îdeolojiya rizgarkirina jinan, şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan nasîn, her wiha naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê Katalonyayê ve hate nasandin. Em dikarin bibêjin ku serdanên hatine kirin ji aliyê dîplomasî ve serkeftî bûn.

Xebatên Têkilî û Peymanên Demokratîk a Kongra Star negihaştine asta ku tê xwestin ku bi wê re jin bibe neynika şoreşê, lê belê di qonaxa pêş de em hewl didin dengê tevahî jinên li Rojava yên ku di oxira azadiyê de têkoşiyana.

Têkildarî tevgera jinan li Rojava, gelo hûn çawa vê yekê dinirxînin û têkoşîna wê ya niha di kîjan astê de ye?

Jinên di Kongra Star de dixebitin roleke aktîf di tevahî aliyên jiyanê de dilîzin û di jiyana siyasî û dîplomasî de xwe bi rêxistin kirine û komîteyên xwe di tevahî saziyan de ava kirine û bi nûnertiya YPJ’ê beşdarî aliyê leşkerî bûne, parastina xak û welat kirin û erkên dikevin xizmeta azadiya jinê, civakê û pêşetina wê hilgirtine.

Têkiliyên dîplomasî gihaştine asteke diyar, lê ev têrê nake, ji ber ku tevahî jinên ku ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker azaran dikişînin, pêdiviya wan bi rizgarkirinê heye. Ji wê zêdetir jî jinên di Kongra Star de dixebitin tên hedefgirtin. Em gihaştin baweriyekê ku her jina ku parastina mafên xwe dike û di aliyê siyasî de dixebite ji hêla dagirkeriya Tirk ve tê hedefgirtin. Herî dawî jî zarok û jin li Kobanê hatin hedefgirtin, beriya wê jî welatî li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hedefgirtin. Ev yek jî nîşaneya tirsa dagirkeriya Tirk ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji ber wê hewl dide têkoşîn, hêz û israra wan a girêdana bi axê ve hedef bigire.

Em weke (têkiliyên dîplomatîk) dixwazin li pêş sûcên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û bibin bersivek ji vî gelî û ji jinan re bi taybet. Ji ber gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dagirkeriya Tirk û komên çete ve, tê hedefgirtin. Her wiha projeya neteweya demokratîk û projeya biratiya gelan jî hedef digirin. Bi wê hedefgirtinê re tevahî şêweyên tund, şerê taybet û rêbazên leşkerî li dijî herêmên me bi kar tînin da ku zirareke mezin bigihîne vê projeyê.

Ji me tê xwestin ku em xebatên xwe li tevahî herêman aktîf bikin, bi taybet di nivîsgehên me yên li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, li gel wê jî divê têkiliyên di navbera Kongra Star û rêxistinên jinan ên li Rojhilata Navîn û cîhanê de werin xurtkirin, da ku bibin dengê tevahî jinên tîna azadiyê ne.

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tevahî şêwayên tundî û bindestiyê têdikoşin, lê tevî wê hîna jî jin bi bihaneya "şerefê" rastî tundiyê tên û tên qetilkirin, nirxandina we li ser vê yekê çi ye, gelo xebatên Kongra Star ên bi armanca sekna li hember van sûcên li dijî jinan çi ne?

Mijara "şerefê" hinekî hesas e. Ji ber ku ev têgeh bi salan e tê bikaranîn û jin di bin vî navî de tên qetilkirin, qaşo jinê şerefa xwe neparastiye. Ev civak bi salan e di bin serweriya vê zihniyetê de ye, li hember wê têkoşîneke dirêj tê xwestin ku ji vê têgehê rizgar bibe.

Têgeha "şerefê" bi olan re derket, lê ji berê de hebû û bi olan re gihaşt lûtkeya xwe. Di ola îslamê de tê gotin jin milkê mêr û şerefa wî ye û divê were parastin. Ji ber ku heta niha ev zihniyet heye. Di çend salên borî de kêm bû. Ev jî bi saya têkoşîna me ye, lê hîna bi giştî ranebûye. Ji ber wê divê ji civakê were rakirin. Têkoşîn û hewldanên me ji bo danasîna vê têgehê ji civakê re berdewam e. Her wiha rêber Abdullah Ocalan li ser jiyana hevbeş diaxive. Dema jiyana hevbeş di navbera mêr û jin de bi awayekî rast were nasandin, wê demê jiyan baş dibe, maf û erk wekhev dibin.

Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li du eniyan şer dikin, ji aliyekî ve şerê gef û êrişên bênavber ên li dijî herêmên me ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve dikin, ji aliyekî din ve jî şerê zihniyeta baviksalar ku ji 5 hezar salan ve di civakê de ye, dikin. Em nikarin bibêjin ku Kongra Star dê vê zihniyetê îsal rake. Ji ber pêdiviya vê yekê bi têkoşîn, israr û kedeke bênavber heye. Lê em dikarin bibêjin ku Kongra Star hewl dide vê têgehê di nava civakê de kêm bike. Dema hevrûkirin di navbera sûcên qetilkirinê yên di salên borî de çêbûne were kirin, em cudahiya wê yekê dibînin. Ev yek jî bi saya ked û têkoşîna ji bo jin maf û azadiya xwe bi dest bixin, e.

Xebatên Kongra Star ji aliyên zanakirina civakê ve, bi taybet mêr ku bi rêya perwerdeyên fikirî, siyasî û leşkerî pêk tên, ber bi başbûnê ve ne. Ev yek jî xwe dispêre berxwedana jinan û têkoşîna wê li dijî vê zihniyetê ye, çiqas mirov zana bibe ewqas civaka zana dibe.

Gelo we saziyên dîplomatîk ên jinan li deverên pêdiviya wan pê hene, ava kirin?

Li cihên bingehîn me xebatên fireh kirin, mîna Başûrê Kurdistanê, Lubnan û Ewropa. Li kêlek wê jî me nivîsgeha xwe li Belçîka vekir. Destpêkê li dewletên Ewropa kesekê  xebat dikir, lê îro bû komîte, her wiha li Lubanê, Başûr jî.

Em hewl didin nivîsgeh an jî navend an jî nûnertiya xwe li dewletên ereban vekin. Ev plansaziya me ya îsal e. Lê belê em nikarin bêjin em ê îsal vekin, lê xebatên di vî alî de berdewam in. Ji ber ku destwerdanên dewleta Tirk a dagirker li dewletên ereban bandorê li xebatên me dike.

Her wiha em hewl didin bi rêya kesayetên serbixwe û endamên Kongra Star, li gelek welatên Ewropa Kongra Star aktîf bikin û bidin nasîn.

Di dawiyê de peyama we ji tevahî jinan re çi ye?

Em ji tevahî jinên li cîhanê re dibêjin dem dema azadî û têkoşînê ye, divê tevahî jin têkoşîna xwe bilind bikin û di oxira standina mafên xwe de têbikoşin. Ji ber ku dem hatiye ku bibin yek û piştevaniya hev bikin da ku li hember tevahî astnegiyan bisekinin, her wiha li dijî her kesên ku hewl didin jinan têk bibin, mafên wan bin pê bikin û serweriya xwe li ser ferz bikin, bisekinin.

Em careke din damezrandina Kongra Star li rêberê azadiyê Abdullah Ocalan ku rola wî di bingeha derxistina jinan ji kelepçeyan hebû û li tevahî jinên ku banga azadiyê dikin, pîroz dikin.

(fr)

ANHA