Li dijî qedexeya li ser PKK'ê li Kobanê kampanya îmzeyan

Ji bo PKK'ê ji "lîsteya terorê'' were derxistin, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê kampanyaya komkirina îmzeyan da destpêkirin.

Li dijî qedexeya li ser PKK'ê li Kobanê kampanya îmzeyan
Li dijî qedexeya li ser PKK'ê li Kobanê kampanya îmzeyan
Li dijî qedexeya li ser PKK'ê li Kobanê kampanya îmzeyan
Li dijî qedexeya li ser PKK'ê li Kobanê kampanya îmzeyan
18 ÇILE, 2022   17:20
KOBANÊ

Li dijî qedexeya li ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê kampanyaya komkirina îmzeyan da destpêkirin. Heta niha bi sedan şêniyan îmze dan.

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Feyrûz Mihemed Elî got: "PKK'ê ji 40 salî ve hatiye avakirin. Hege partiyeke terorîst be wekî ku dibêjin wê demê ewqas mezin nedibû û me piştgirî nedidayê. Em fedayî vê partiyê ne, ji ber ku hişt ku em zimanê xwe yê kurdî biparêzin, hebûna xwe îsbat bikin û azadiyê jinê misoger bikin. Ev partî destekê dide her kesî û ji bo azadî û rûmeta gelê me fedekariyan dide. PKK wê aştiyê ji herêmê re bîne."

Feyrûz Mihemed Elî bang li rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir ku biryarên xwe di ber çavan re derbas bikin û PKK'ê ji "lîsteya terorê" derxin.

Welatiyê bi navê Îbrahîm Mihemed Elî yê ji pêkhateyê Ereb anî ziman ku PKK'ê tevahî gelan diparêze û ji bo pêkanîna aştî û biratiya gelan tê dikoşe. Elî wiha domand: "Ev jî îsbat dike ku ev partî ne terorîst e, lê terorîstê rasteqîn dewleta Tirk e ku komkujiyan li dijî gelê me pêk tîne."

Îbrahîm Mihemed Elî banga rakirina qedexeya li ser PKK'ê kir.

Kampanya wê li gelemperiya kantona Kobanê dewam bike.

ANHA