Rêveberiya Xweser: Bi hebûna dagirkeriya Tirk wê tu îstiqrar li Sûriyê pêk neyê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: Hebûna Tirkiyê, dagirkirina herêmên Sûriyê, destekdayîna wê ji terororstan û hêzên ku navê opozisyona Sûriyê li xwe dikin, xincereke jehrê di bedena Sûriyeyê de ye. Bêyî çareserkirina dosyaya dagirkiriya Tirk a li Sûriyê û kiryarên wê yên çeteyên wê, dê tu îstiqrar li Sûriyê pêk neyê.

Rêveberiya Xweser: Bi hebûna dagirkeriya Tirk wê tu îstiqrar li Sûriyê pêk neyê
18 ÇILE, 2022   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derbarê salvegera 4'emîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"20'ê Çileyê salvegera 4'emîn a êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê ye. 4 sale binpkirin û sûcên herî hovane têne kirin ku tê têkiliyên wan bi pîvanên exlaqî an wijdanî tune ye. Komên tundraw û çeteyên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin û rasterast ji aliyê wê ve têne birêvebirin  ewlehiya herêmê têk birin. Piştî êrişên hovane û dagirkirinê şênî ji Efrînê koçber kirin. Efrîn ji bo zêdetirî 180 hezar kesên ku ji azarên şerê li Sûriyê reviyabûn, bûbû spartgeha ewle.

Îro û piştî 4 salan ji kiryarên çeteyan li van herêmên dagirkirî, niyetên Tirkiyê yên qirêj ên bi armanca derbekirina îstiqrara herêmên me, têkbirina tecrûbeya demokratîk a gelê me û astengkirina lihevkirinên sûrî eşkere dibin. Her wiha projeya wê ya kûr a bi armanca sepandina dagirkeriya Tirk li Sûriyê û parçekirina wê zelal dibin. Kiryarên ku îro rû didin rewşa parçebûn û dagirkirinê piştrast dike. Şaş e ku ev êriş û dagirkirî wekî herêmên xwedî bandorên diyarker were dîtin, ji ber ku êriş bandoreke mezin li gelemperiya erdîngariya Sûriyeyê dike. Ji bo me û ji bo her kesên welatparêz û xwedî hîsên niştimanî; dagirkirina beşek ji Sûriyê dagirkirina tevahî Sûriyê ye, ji lew ra ji bo rizgarkirina van herêman têkoşîneke hevpar pêwîst dike.

Dewleta Tirk a dagirker di wêrankirina Sûriyê û jihevxistina civaka me de berdewam e. Kiryarên ku Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên dagirkirî pêk tînin, careke din îsbat dike ku Tirkiyê di siyasetên xwe yên ne li gorî berjewendiyên Sûriyê de berdewam e. Nemaze ku ev yek di nav bêdengiya hêzên navneteweyî, saziyên Neteweyên Yekbûyî, Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û hikumeta Şamê de tê kirin. Îdiayên Tirkiyê ku ewlehiya xwe ya neteweyî diparêze û destekê dide îstiqrara Sûriyê û hêzên hêzên ku navê opozisyona Sûriyê li xwe dikin, hincet in, armanc jê ew e ku kiryarên xwe yên dijminane û niyetên xwe yên qirêj li Sûriyê binixumînin.

Ji tevahî hêzên niştimanî yên sûrî û civata navneteweyî tê xwestin ku ji van planên xeter ên ku li dijî gelê Sûriyê têne kirin hişyar bin. Ji wê zêdetir projeyên destekdayîna terorîstan û  zindîkirina DAIŞ'ê hene, nexasim ku bi hezaran DAIŞ'iyê ku ji Sûriyê reviyan, li Tirkiyê hatin pêşwazîkirin û bi navê ''Artêşa Niştimanî" hatin birêxistinkirin.

Di salvegera 4'emîn a êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê de, em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de teqez dikin hebûna Tirkiyê, dagirkirina herêmên Sûriyê, destekdayîna wê ji terororstan û hêzên ku navê opozisyona Sûriyê li xwe dikin, xincereke jehrê di bedena Sûriyeyê de ye. Bêyî çareserkirina dosyaya dagirkiriya Tirk a li Sûriyê û kiryarên wê yên çeteyên wê, dê tu îstiqrar li Sûriyê pêk neyê.

Dewleta Tirk bi siyasetên guhertina demografîk û koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên me ji herêmên wan, projeyeke nû ya tirkkirinê ava dike, armanc jê ew e ku îstiqrara Sûriyê derbe bike, civak û erdîngariya wê parçe bike.

Em bang li civata navneteweyî bi hemû saziyên wê, Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa, Koalîsyona Navneteweyî, Rûsyaya Federal û hikumeta Sûriyê dikin ku asta xeteriyên siyasetên Tirkiyê yên li Sûriyê nas bikin, ji berjewendî û ajnîdeyên taybet ên bi Tirkyê re yên li ser hesabê welatê me Sûriyê û gelê wê bi tevahî pêkhateyên wê dûr bikevin.

Herî dawî em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, teqez diki ku em bi koçberên ku ji warê xwe hatin derxistin re ne, heta ku tevahî herêmên dagirkirî werin rizgarkirin. Em soz didin gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet ên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê ku em ê têkoşînê bi we re berdewam bikin heta ku herêm werin rizgarkirin û bi rûmet û serbilindahî lê vegerin.

Bi vê boneyê em şehîdên xwe yên leheng û birîndarên ku bi qehremanî li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê sekinîn, bi bîr tînin. Bi baweriyeke mutleq bi azadî û nirx û destkeftiyên gelê me, em soz didin ku em şopdarên xwe we bin, heta ku serkeftin pêk were û armanc û hêviyêên gelê me bi cih werin û şoreşa demokratîk bi ser keve."

ANHA