'Ji bilî şoreşê tu rêyên xilasiyê nîn in'

Tevgera Ciwanên Komunîst a Şoreşger bang li ciwanên Rojavayê Kurdistanê kir asta têkoşînê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bilind bikin û ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî bixebitin.

'Ji bilî şoreşê tu rêyên xilasiyê nîn in'
18 ÇILE, 2022   16:18
KOBANÊ

Têkildarî rasthatina salavgera êrişên dagirkirinê li ser Efrînê,Tevgera Ciwanên Komunist a Şoreşger li Kobanê daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên tevgerê û şêniyan hate xwendin.

Beşdaran pankartên "Na ji jiyana bin dagirkeriyê de, em ê teqez Efrînê rizgar bikin" hildan. Endama Tevgera Ciwanên Komunist a Şoreşger Evîn Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018’an de êrişî kantona Efrînê kir, tê de hêza NATO û teknîkên wê bi kar anî. Dewleta Tirk xwest bi balafirên xwe yên şer, balafirên keşfê, tank û topavêjan Efrînê dagir bike. Lê beramberî van hemû çekan 58 rojan berxwedanî hebû.

Di vê berxwedanê de şervanên YPJ, YPG û MLKP û şervanên enternasyonalîst mîna Avesta Xabûr, Tîrêj Elî Şêr, Zeynel Seyid Riza, Ozgur Avaronî, Hogir Hilmêrison û bi sedan şervanên azadiyê di dirêjahiya 58 rojan de şerê dijmin kir û nehişt derbasî Efrînê bibin û di oxira vê yekê de şehîd ketin. Îro jî hîn parêzerên şoreşê li tevahî eniyan têkoşîna xwe berdewam dikin.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Şehba, Minbic, Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê berdewam dike. Li gel êrişên leşkerî, dewleta Tirk şerê taybet li dijî ciwan û jinan dimeşîne.

Şoreşa Rojava, şoreşger jin û ciwanan e û bi xebateke cidî bi pêş ket. Erka parastina şoreşê li ser milê ciwanan e. Pêwîst e ciwanên erka xwe li hember şoreşê pêk bînin û beşdarî refên parastinê bin, xebata rizgarkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî bikin.

Ji bilî şoreşê tu rê neman, azadî, wekhevî û hêvî di şoreşa Rojava de ye. Ka em vê têkoşînê bi hev re xurt bikin, dagirkeriyê têk bibin û welatê xwe rizgar bikin.

Em ê dagirkeriyê têk bibin û Efrînê rizgar bikin."

(fr)

ANHA