Pirtûka "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" li Kobanê hate nasandin

Akademiya Lêkolînan a Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê danasîna pirtûka bi navê "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" didomîne. Vê carê bi şahiyekê li Kobanê danasandin.

Pirtûka "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" li Kobanê hate nasandin
Pirtûka "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" li Kobanê hate nasandin
Pirtûka "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" li Kobanê hate nasandin
Pirtûka "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" li Kobanê hate nasandin
Pirtûka "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" li Kobanê hate nasandin
Pirtûka "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" li Kobanê hate nasandin
Pirtûka "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" li Kobanê hate nasandin
Pirtûka "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" li Kobanê hate nasandin
18 ÇILE, 2022   16:15
KOBANÊ

Şahiya danasîna pirtûka "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate lidarxistin. Kesayetên siyasî û endamên saziyên sivîl ên Kobanê beşdarî şahiyê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, sînevîzyoneke li ser jiyana jinan û şoreşên wan ên di pêvajoyên dîrokê de hate pêşandan.

Pirtûk yek ji berhemên Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye bi zimanê kurdî ye û ji 613 rûpelan pêk tê.

Endama Akademiya Jineolojî Şervîn Nûdem navaroka pirtûkê şîrove kir.

Di pirtûkê de behsa girîniya rizgarkirina jinan li Rojhilata Navîn, çawaniya rizgarkirina wan ji desthilata baviksalarî û şoreşên ku jinan li dar xistine û serkeftinên rola wan di guhertina jiyana mirovahiyê de dike.

Her wiha balê dikişîne ser kokên dîroka mirovahiyê ku bi destê jinan hatiye avakirin, çawa ku jin roleke bingehîn di avakirina şaristaniyan de list. Pirtûk di heman demê de behsa rola jinan di avakirina jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de, rola wan di pêkanîna aştiyê de dike. Her wiha behsa qonaxên şikenandina jinan dike.

Pirtûka "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" balê dikişîne ser girîngiya ku rêber Abdullah Ocalan daye rola jinan.

Paşê komên hunerî yên Navenda Baqî Xido stran pêşkêş kirin. Di dawiyê de pirtûk li beşdaran hate belavkirin.

Pirtûka "Bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê" di 21'ê Kanûna borî de ji aliyê Akademiya Jineolojî ve hate derxistin. Amadekariyên derxistina wê sala 2016'an dest pê kir.

ANHA