Salvegera damezirandina Kongra Star li Hesekê hate pîrozkirin

Li Hesekê bi boneya salvegera 17'emîn a damezirandina Kongra Star şahiyek hat lidarxistin.

Salvegera damezirandina Kongra Star li Hesekê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina Kongra Star li Hesekê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina Kongra Star li Hesekê hate pîrozkirin
18 ÇILE, 2022   16:20
HESEKÊ

Şahî li hola Reşo ya bajarê Hesekê hate lidarxistin. Bi sedan şênyên kantonê, di nav de endamên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî şahiyê bûn.

Endama rêveber a Kongra Star a kantona Hesekê Sozdar Kurdman axivî û got: "Di salvegera damezirandina Kongra Star de, bi ked û îradeya xwe em ê jinan û rêber Abdullah Ocalan rizgar bikin."

/ar/uploads/files/2022/01/18/144411_szdar-kwrd-man.webp

Sozdar Kurdman diyar kir ku ew ê têkoşînê geş bikin heta ku tevahî herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker rizgar bikin.

Şahî bi stran û gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA