'Gefên artêşa Iraqê wê nekevin xizmeta gelê Iraq û Şengalê'

Berpirsekî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê gefên dawî yên hikumeta Iraqê  û artêşa wê yên li ser Asayîşa Êzidxanê rexne kir û got: "Ev gef dikevin xizmeta ajnîdeyên dewletên derve û nakevin xizmeta Iraq û gelê wê."

'Gefên artêşa Iraqê wê nekevin xizmeta gelê Iraq û Şengalê'
18 ÇILE, 2022   15:47
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

 Aartêşa Iraqê careke din gef li Asayîşa Êzidxane xwarin ku ji cihê xwe derkevin an na wê artêş hêza zor bikar bîne. Tevî bangên Rêveberiya Xweser a Şengalê li artêşa Iraqê ku provakasyonan neke û aloziyê dernexe, lê artêşa Iraqê  hewldanên prokovokatîf didomîne .

Têkildarî mijarê, rêveberê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê û cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Farûq Tozo ji ANHA'yê re axivî. Farûq Tozo diyar kir ku gefên hikumeta Iraqê yên li Asayîşa Êzidxanê ya Şengalê dikeve xizmeta ajnîdeyên dewletên derve, di serî de dewleta Tirk a dagirker û got: "Ev gefxwarin wê ne li gorî berjewendiyên gelên Şengal û Iraqê bin."

Tozo diyar kir ku Asayîşa Êzidxanê çiyayên Şengal û xelkê wê parastin û vîna şêniyên Şengalê ye û wiha domand: "Ev alozî û provakasyon di çaçroveya planên têkbirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û îradeya gelên wê de ye."

Tozo di dawiya axaftina xwe de bang li hikumeta Iraqê kir ku porovakasyonên xwe li Şengalê bi dawî bike, rêzê ji rêveberiya êzidiyan re bigire. Her wiha bang li gelê Kurdistanê , bi serî de xelkê Şengalê kir ku "Li hemberî planên bi armanca hedefgirtina Şengalê û tunekirina hebûna êzidiyan û vîna wan azad bisekinin û mafên xwe yên rewa biparêzin û destekê bidin rêveberî û hêzên xwe."

ANHA