Di civînan de Rêveberiya Xweser soza pêkanîna daxwazên şêniyan da

Şêniyên Dêrik û Amûdê ji Rêveberiya Xweser xwestin ku destekê bide qada çandî, pîşesazî û xizmetguzariyê. Rêveberiyê diyar kir ku ew li gorî derfetan daxwazên şêniyên bi cih bîne.

18 ÇILE, 2022   15:17
QAMIŞLO

Di çarçoveya rêzecivînên ku Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ku ji gel re li dar dixe de, îro civîneke girseyî ji şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo re hate lidarxistin.

Civîn li Stada Beledî ya navçeyê hate lidarxistin. Hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê Silêman Ereb, Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Afram Îshaq, Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Hediya Elî û Hevseroka Desteya Enerjî û Veguhestinê ya Herêma Cizîrê Ahîn Siwêd beşdarî civînê bûn.

Di civînê rapora xebatên sala borî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hate xwendin û beşdaran li ser nîqaş kirin.

Beşdaran ji rêveberiyê xwestin qada xizmetguzariyê baş bike û destekê bêtir bide qada çandiniyê.

Rêveberiyê soz da ku dê li gorî derfetan daxwaz û pêwîstiyên welatiyan bi cih bîne û diyar kir ku ji bo pêşxistina qada pîşesaziyê hewldan têne kirin.

AMÛDÊ

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê civîneke girseyî li hola Kerem a Amûdê hate li dar xist. Nûnerên meclisa rêveber, Desteya Aborî û Çandinî, Desteya Enerjî û Veguhestinê û Desteya Tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, hevseroka Meclia Amûdê Newroz Elî û bi dehan şêniyên Amûdê beşdarî civînê bûn.

 Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Herêma Cizîrê Mihemed Ebûd rapora salane ya desteyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê xwend. Beşdaran jî xebatên desteyan nirxandin û xwestin ku kalîteya nan were başkirin.

Cigîrê Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Yûsif Ehmed ji ANHA'yê re axivî  û got, ew di civînên girseyî de projeyên ku rêveberiyê sala borî pêkanîne û projeyên ku dê di sala nû de pêk bîne, parve dike.

Her wiha destnîşan kir ku astengiyên ku li pêşiya Rêveberiya Xweser di dabînkirina pêwîstiyan de nîqaş dikin, li şêniyan guhdar dikin da ku pêşniyarên wan bixin nav palansaziyê.

ANHA