Komeleyên El-Wafidîn dagirkirina Efrînê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin

Komeleyên El-Wafidîn ên rojavayê Reqayê daxuyaniyek da, tê de dagirkirina Efrînê û bêdengiya navneteweyî li hember sûcên li herêmên dagirkirî ji hêla dagirkeriya Tirk ve şermezar kirin.

Komeleyên El-Wafidîn dagirkirina Efrînê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin
18 ÇILE, 2022   15:07
REQA

Di daxuyaniyê de bi dehan endamên komele, saziyên sivîl amade bûn. Serokê Komeleyên El-Wafidîn şêx Nayif El-Qeran daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi navê Komleyên El-Wafidîn ên ji tevahî parêzgehên Sûriyê em bi tundî dagirkirina Efrînê û sûcên hovane yên derexlaqî li dijî şêniyên me li Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve pêk tên, şermezar dikin.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, dewleta Tirk a bi nûnertiya Erdogan komployan li dijî gelê Sûriyê pêk tîne. Çete bi çek kirin, şênî teşwîqî koçberiyê kir û piştevaniya çeteyên DAIŞ’ê kir ku derbasî Kobanê bin. Lê beramber vê şêniyên Kobanê û sûriyan berxwedaneke bêhempa raber kir."

Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku dewleta Tirk tevahî rê û rêbazên qetilkirin, koçberkirin û guhartina demokratîk li herêmên dagirkirî bi kar tîne, her wiha tevahî rêbazên dûrî mirovahiyê ku bi wê re pêkhateyên gelê Sûriyê û gelên aştîxwaz hedef digire, bi kar tîne û hate gotin,Tirkiyê mal wêran kirin, dar birîn û şênî koçber kirin, da ku çand, xêr û bêrên wan tune bikin."

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li beramber van sûcan hate şermezarkirin û hate gotin ku tişt li Efrînê diqewime hedefgirtina tevahî gelê Sûriyê ye.

Di daxuyaniyê de bang li dewletên cîhanê hate kirin bi erkên xwe rabin û wiha hate domandin: "Em aştiyê ji tevahî gelên cîhanê re dixwazin û dibêjin her zeytûnek dê qehremanek û şehîdekî/ ê bîne û ne pêkan e ku zeytûn bi dawî bibe."

(fr)

ANHA